Amed – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DBPê Huseyîn Bîrlîk derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de anî ziman ku gelê Kurd ji ber neavêtina gavan biguman nêzî pêvajoyê dibe û got: “Meclîsa Tirkiyeyê û partiyên siyasî divê demildest ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û pêşketina pêvajoyê gavan biavêjin û helwesta xwe daynin holê.”
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kiribû salek li pişt xwe hişt. Di nav salekê de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve ji bo silametiya pêvajoyê gavên şênber û berbiçav hatin avêtin, her wiha li qada siyasete jî hevdîtin û civînên ser pêvajoyê pêk hatin. Di nav van demên girîng de jî gelê Kurd her roj li qadan û li kolanan daxwaza avêtina gavên şênber dike û dixwaze bi Rêberê xwe re bigihe statuya xwe. Lê belê dewleta Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de tenê “Komisyona Meclisê” ava kir. Partî, sazî û dezgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê her tim banga avêtina gavan dikin û daxwaza wan ew e ku sermûzakerevanê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihe azadiya xwe ya fizîkî da ku ev pêvajo bigihe armanca xwe.
Cîgirê Hevserokên DBPê yên Giştî Huseyîn Bîrlîk derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Heta ku înkarkirina gel bi tevahî ji holê ranebe çareserî ne pêkan e’
Huseyîn Bîrlîk da zanîn ku bangawaziya di 27ê Sibatê de hat kirin, li tevahiya cîhanê deng veda û ev tişt anî ziman: “Ev hêzên bi salan in piştgiriya vî şerî dikin, dixwazin ev şer dîsa gur bibe, gel bi hev bikevin û heta sed salên din jî ev şer berdewam bike. Hêzên ku di warê leşkerî, teçhîzat û siyasî de piştgiriyê didin vê pêvajoya şer, li hemberî bangawaziya Rêber Apo mecbûr man ku gavan bi paş ve biavêjin û nêzîkatiyeke erênî nîşan bidin. Gelo sedema vê meseleyê û ya vê pirsê çi ye? Di esasê xwe de, ev tunehesibandina gelekî ye. Bi sed salan e înkarkirina civakê heye û heta îro jî hatiye. Heta ku ev înkar bi tevahî ji holê ranebe û gelê Kurd wekî gelekî di nava çarçoveya hiqûqê de cih negire, bi rastî çareseriya vê meselê ne pêkan e. Li cihê ku edalet û hiqûq lê tune be û cihê ku pêşiya siyaseta demokratîk lê neyê vekirin, li wir her tim alozî û pevçûn çêdibin û tu sazî û dezgeh nikarin bi awayekî saxlem kar bikin. Ji ber vê yekê, dema ku Rêber Apo dest bi vê pêvajoyê kir, got ‘Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vebikin.’ Eger pêşiya siyaseta demokratîk hatiba vekirin, belkî serhildana 29emîn jî dest pê nedikir.”
‘Gelê Kurd û Rêbertiyê bi vê pêvajoyê re hestiyariyeke mezin nîşan dan’
Huseyîn Bîrlîk destnîşan kir ku pêvajo gihiştiye qonaxeke girîng û ji bo pêşiya siyaseta demokratîk vebibe divê bi gavên şênber bên avêtin û wiha got: “Tevgera Azadiyê kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û dawî li têkoşîna çekdarî ya li Tirkiyeyê anî. Di esasê xwe de, di gelek aliyan de gelê Kurd û Rêbertiya wî bi vê pêvajoyê re hestiyariyeke mezin nîşan dan. Hem Tevgera Azadiyê û gelê Kurd gav hatin avêtin, hem jî gel di vê pêvajoyê de helwesteke xurt derxist holê. Wekî mînak, Newrozên îsal peyameke pir mezin dan. Di Newrozan de Rêber Apo dîtina xwe da xuyakirin û em jî sedî sed bi xwe bawer in. Heke derfet û îmkanên wekî azadiya fizîkî û statûya Rêber Apo werin avakirin, ango eger derfetên ku pirsgirêka Kurd çareser bikin werin afirandin, gel bi her awayî amade ye. Bi taybetî jî saziyên sivîl, rojnamevan, rewşenbîr û partiyên siyasî yên ku dixwazin bi Serokatîre hevdîtinan pêk bînin û ev pirsgirêk çareser bibe, eger ew derfet ji bo wan werin vekirin, em ji sedî sed bawer in ku em ê bikaribin vê meseleyê di çarçoveyeke demokratîk û bi aştiyeke rûmetdar de çareser bikin.”
‘Ji ber neavêtina gavan gelê Kurd bi guman nêzî pêvajoyê dibe’
Huseyîn Bîrlîk diyar kir ku qonaxa ku niha tê de ne, wekî ku Rêberê Gelê Kurd jî bi nav dike, hewldaneke sepandina “norm” û “derveyî normê” ya hêzeke navxweyî ye û ev yek roleke esasî dilîze û ev yek anî ziman: “Aliyek dixwaze vê meseleyê çareser bike, aliyê din jî dixwaze vê pêvajoyê xera bike. Dixwazin ji bo sed salên din jî gelê Kurd, gelê Tirk û pêkhateyên din ji nav vî şerî xilas nebin. Li ser vî şer û pevçûnê jî ew dixwazin cihekî serdest ji xwe re ava bikin û berjewendiyên xwe yên şexsî biparêzin. Pêwîst e em li hemberî vê meseleyê bi zanebûn tevbigerin û pêşiya vê hişmendiyê bigirin. Heke em bi bîr bînin, di navbera salên 2013 û 2015an de jî pêvajoyek pêş ketibû û heta bi Mutabaqata Dolmabahçeyê jî çûbû. Wê demê hêzên ku di nav dewletê de cih girtibûn, nexwestin ew pêvajo bi ser bikeve û bi milyonan mirov dîsa di nav şer de man, bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bûn qurbaniyên şer, navçe û bajarên Kurdistanê bi top û tankan hatin xerakirin û zexteke hiqûqî ya giran pêk hat. Sibe an du sibe dîsa heman xeterî heye. Ji ber ku gav nayên avêtin, heta vê saetê gelê Kurd biguman nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber ku gavên şênber nayê avêtin. Li ser vê mijarê samîmiyeta Tevgera Azadiyê daxwaza Rêber Apo li holê ye.”
‘Divê pêngava yekem, misogerkirina azadiya fîzîkî û mafên Rêber Apo be’
Huseyîn Bîrlîk anî ziman ku helwesta Gelê Kurd ya li qadan pêşiya gelek tiştên neyînî girtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku hem di pergala desthilatdariyê de hem jî di nava dewletê de biryareke zelal û cidî ji bo çareseriyê nehatiye girtin. Derfketina qadan a di 15ê Sibatê û heya pîrozkirina 4ê Nîsanê nîşaneya helwesta gelê Kurd da nîşan. Di Amarayê de ev yek hate gotin, çawa ku ‘Girê Mirazan wek destpêka mirovahiyê tê pênasekirin, divê Amara jî ji bo gelê Kurd bibe destpêka dîroka Kurdan û sedema hişyarbûnê’. Di esasê xwe de gel li ser vê xalê sekiniye, pêşî li tunebûna xwe girtiye û pêşiya siyaseta tesfiyekirinê girtiye. Li hemberî vê zextê bi rastî 40 sal in berxwedaneke mezin heye û berdêlên pir giran hatine dayîn. Lê gel, hem li xeta xwe, hem li pêvajoya xwe, hem li mafê xwe û hem jî li Serokatiya xwe xwedî derket û helwesteke xurt nîşan da. Eger ew rabûna ser pêyan a li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her wiha li dîaspora û Ewropayê nebûya, ew hêzên ku dixwazin vî şerî sed salên din jî bidomînin, wê bigihîştana armancên xwe. Lê bi vê seknê, gelê Kurd ew plan û xwestek vala derxistin. Wekî ku gelê Kurd jî diyar kiriye, nêzîkatiya li azadiya Rêber Apo û daxwaza statûya gelê Kurd ji hev nayên veqetandin. Divê pêngava yekem, misogerkirina azadiya fizîkî û mafên Rêber Apo be. Pişt re pêwîst e li ser qada siyasî û parlamentoyê ev nêrîn bi awayekî zagonî bê misogerkirin û helwesta xwe deynin holê. Baweriya gel ew e ku eger hevdîtin û muzakereyên demokratîk dest pê bikin, em ê bikaribin vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê.”












