Dosye 1: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve
Amed – Siyasetmedar Mulkiye Bîrtane destnîşan kir ku di meseleya Kurd û Kurdistanê de dema mafê Kurdan bû mijar divê hemû alî bîrdozî, berjewendiyên şexsî hemûyan bidin aliyekê û tenê maf û azadiya gelê Kurd derxin pêş, bicivin û kongreyê pêk bînin û got: “Heke ev firsend jî ji destê me biçe, sedsaleke din jî ji destê me diçe.”
Gelê Kurd yek ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn in û bi hezaran sal in li ser axa xwe dijîn. Gelek caran êrişî wan hatine kirin, axa wan hatiye dagirkirin, ji cih û warên xwe bûne û bi qirkirinên mezin re rûbirû mane. Lê tevî hemû êrişan li gorî şert û mercên demên lê dijîn çand û zimanê xwe parastine û heta dema me jiyana xwe domandin e. Erdnîgariya Kurdistanê ewilî bi Peymana Qesrî Şîrîn a di sala 1639an de di navbera Îran û Împaratoriya Osmaniyan de hatiye îmzekirin de bûye du parçe. Dû re di encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923yan de hate îmzekirin bû çar parçe. Sînorên ku bi vê peymanê hatin danîn gelê Kurd jî parçe kirin. Piştî van geşedanan Kurd ji bo ku bibin yek û tifaqa xwe pêk bînin li her çar aliyên Kurdistanê her tim ketin nava hewldanan. Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî bi salan e berdewam dikin. Ji salên 2010an heta niha li Bakur ji bo yekîtiyê gelek civîn, konferans û xebatên din hatine kirin. Gelek sazî, dezgeh, rêxistin, kesayet û rûspî tev li van xebatan bûn. Her wiha li Başûr û Rojava jî gelek konferans û civîn hatin lidarxistin. Lê belê yek ji van jî heta niha encam negirt.
‘Heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek’
Niha jî ji her demê bêhtir Yekîtiya Neteweyî ya Kurd yek ji rojevên sereke ya gelê Kurd e. Yekîtiya gelê Kurd û gelên Kurdistanê ji her demê bêhtir girîng e û avakirina yekîtiya neteweyî yek ji xeyalên sereke ya gelê Kurd e. Yekîtiya neteweyî beriya sedan salan bûye mijara helbestên Ehmedê Xanî, bûye mijara gelek helbest, kilam û çîrokan; ji alîye dengbêj, hozan û nivîskaran ve hatiye vegotin. Ehmedê Xanî bi helbesta “Ger dê me hebûya îtîfaqek, Vêkra bikira me înqiyadek” û Seydayê Cegerxwîn bi gotina “Heke hûn nebin yek hûn ê her in yek bi yek” balê kişandine ser girîngiya yekîtiyê.
Her wiha girîngiya yekîtiya neteweyî di gotinên pêşiyan de jî xwe dide nişandan. Çend ji wan gotinan bi vî awayî ne: “Kurmê darê ne ji darê be, dar narize”, “Giyayê hewşê tehl e”, “Kurd jî weke kew dijminê qewmê xwe ne”, “Kurd nabin yek”, “Dinya hemû dijminê Kurdan e, em Kurd jî dijminên hev in” û hwd. hene.
Qazî Mihemed: Sembola serkeftina her gel û neteweyekê hevgirtin û yekbûn e
Serokê Komara Mehabadê Qazî Mihemed jî derbarê yekîtiyê de ev gotin anîne ziman: “Yekitî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de. Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dijmin kêmtir we bixapîne. Ji dijminan bawer nekin. Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere. Malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe. Dijminê gelê kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekitî û tebayiya wî nebe; ew ê hertim bin destê dijmin be, ti tiştê we gelê kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hûn bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.”
Abdullah Ocalan: Divê kongreya neteweyî teqez were lidarxistin
Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e qala girîngiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurd dike û di hevdîtin û peyamên xwe de wiha dibêje: “Ji bo ku Kongreya Neteweyî ya Kurd di navbera salên 2013 û 2015an de pêk were kedeke mezin hate dayîn lê bi ferzkirina faktor û konjonktorên navxweyî û derve ev pêvajo bi awayekî neyînî bi bandor bû. Pêknehatina kongreya neteweyî bi awayekî neyînî bandor li pêvajoyên pişt re jî kirin.” Abdullah Ocalan di hevdîtinên ku îsal bi şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê re kirin jî de destnîşan kir ku parçebûna Kurdan bi awayekî civakî birîneke mezin û qelsî ye û xwest ku şertên erênî yên bi vê pêvajoyê derketine holê ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd werin bikaranîn û kongreya neteweyî teqez were lidarxistin. Abdullah Ocalan ji partî û beşên civakî yên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û dîasporayê re peyam şand û banga lidarxistina Kongreya Neteweyî kir.
Helbet gotin û hewldanên ser yekîtiyê girîng in lê di vê serdema girîng de ku hêzên serdest teşeyê didin Rojhilata Navîn, gelo dê Kurd bikaribin yekîtiya xwe pêk bînin an neyînin, ev pirsa di serê her kesî de ye. Heke yekîtî pêk neyê wê gelê Kurd bi pirsgirêkên çawa re rû bir û bimîne? Û wê di sedsala 21emîn de bikaribin mafên xwe bi dest bixin an na? Em di dosyaya xwe ya bi navê “Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî” ve de bi berfirehî li ser van mijaran sekinîn û ji Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewropayê bi siyasetmedar, akademîsyen, hunermend û jinan re axivîn.
Siyasetmedar Mulkiye Bîrtane ku di sala 2013yan de di Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de cih digirt û ji wê demê ve di nava xebatên yekîtiya neteweyî de ye û li ser xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurdî hatine kirin û bandora yekîtiya neteweyî ya Kurdî ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Aştiya navxweyî nebe, serê miletê me ji belayê xelas nabe’
Mulkiye Bîrtane bal kişand ser xebatên yekîtiya neteweyî yên beriya niha hatine kirin û wiha got: “Piştî Împaratoriya Medan hewldanên yekîtiyê çêbûne. Di nava Împaratoriya Medan de roleke eşîran hebû. Piştî împaratorî belav bû û ji hev qetiyan êdî serê wan ji belayê xelas nebû. Gava ku em bala xwe didin dîrokê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan derheqê yekîtiyê de gelek tişt gotine. Di sedsala 17an de Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî behsa yekîtiyê kirine. Ya ku herî zêde bala min kişandin gotinên Hecî Qadirê Koyî ne. Dibêje ku ‘Heke miletê Kurd aştiya navxweyî pêk neîne welatê Kurd nikare serê xwe ji belayê xelas bike’ ev gotineke gelekî girîng e. Pişt re gelek hewldan hatin kirin. Ji bo çi ev rêxistin partî û eşîrên Kurdan nehatin bahev. Di dema Yavûz Sûltan Selîm de Îdrîsê Bedlîsî ketiye nava hewldanekê ji bo berjewendiyên wan eşîran bîne bahev. Hinek anîne bahev hinek nehatine bahev. Pişt re em werin sala 1970iyan. Di van salan de Kurdan dît ku maf û azadiya xwe bi dest naxin. Li Başûr li Bakur serhildan çêbûne. Pêdivî bi yekîtiyê hatiye dîtin lê pêk nehatiye. Beriya sala 2013an jî jinên Kurd dîtin ku partî û rêxistinên Kurd li ser yekîtiyê li hev nakin. Di sala 2010an de li Amedê Konferansa Jinên Kurd a Netewî pêk hat. Pişt re konferansa duyemîn di sala 2012an de li Hewlêrê pêk hat. Di vê navberê de konferansên ciwanan, konferansa tenduristkaran, çand û ziman çêbûn. Li Bakur jî konferansa hiqûqnasên Kurd çêbû.”
‘Divê gelê Kurd firsenda sedsalekê winda nekin’
Mulkiye Bîrtane bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2013an de ji bo yekîtiyê parve kiribû û wiha domand: “Birêz Ocalan wê demê behsa girîngiya yekîtiya Kurdan kir ji ber ku firsendên zêrîn dikarin bikevin destên kurdan. 2011an li Tûnûsê bihara Ereban dest pê kiribû. Li Lîbya, Misir, Yemen, Sûriye berdewam kir. Di sala 2012an bi piştgiriya hin hêzan IŞÎD derket holê. 2013an de êrişî Rojava û Başûr kir. Yekîtî nebe firsen ji dest diçe. Ji bo wê di sala 2013an de li Ewropayê, li Rojava, li Bakûr konferans çêbûn. Piştî banga birêz Ocalan divê Kurd êdî ber bi kongreyê ve çûbûyan. Li ser navê her sê rêberên Kurdan Mam Celal, birêz Ocalan û birêz Mesûd Barzanî ji hemû partî û rêxistinên Kurdan re bi destnîşana xwe vexwendname şand. Em jî weke BDP ji Bakur beşdar bûn. Li wê derê di wê civînê de 65 partî û rêxistinên Kurdan hatin cemhev. Gelek nîqaşên giranbûha hatin kirin. Ji bo kongreya neteweyî biryara komîteyekê hate dayîn. Ji 21 kesan pêk dihat. Ez jî yek ji wan kesan bûm. Qasî çar mehan van 21 kesan xebatek meşandin. Di wê xebatê de êdî roja kongreyê dê bihata diyarkirin. Lê roj nehate diyarkirin. Sedem çi bû? Wê demê rojnamegerekî ji Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Erdogan pirsa ‘Kurd li Hewlêrê dicivin, hûn çi dibêjin?’ Serokkomar ev bersiv dabû ‘Derveyî welatê me ye çi dikin bila bikin’ Wê demê pêvajoya ‘çareseriya pirsgirêka Kurd’ hatibû destpêkirin. Qelemşorekî tirkan jî wê demê di nivîseke xwe de wiha gotibû ‘Heta niha siyaseta her çar dewletên ku Kurd lê dijîn yek bû siyaseta Kurdan parçe kirî bû îro em lê dinêrin ku siyaseta Kurdan bûye yek’. Wê demê bi rastî jî siyaseta her çar dewleta li dijî hev bû. Heke ev kongre pêk bihata Kurdan dikarî destkeftiyên mezin bi dest bixista. Gelek destwerdanên ji derve di nav wê xebatê de çêbûn.
Birêz Barzanî dikare serokatiya kongreyê bike
Heta birêz Ocalan ev tişt gotibû ‘Birêz Barzanî dikare serokatiya kongreyê bike’ wê demê jî gotibû di vê demê dawî de jî dibêje. Hin berjewendiyên şexsî yên kesan an jî yên partiyan rê neda ku ev konferans bê kirin. Ne tenê ev berjewendî destwerdanên desthilatdarên cîhanê ên li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê nehiştin ku ev kongre pêk were. Heke kongre pêk bihata Kurdan dikarîbûn yekîtiya xwe çêbikirina li ku derê li ser Kurdekî an li ser beşeke Kurdistanê zextek bihata kirin dikarîbûn bi hev re bertek nîşandana an jî rê û rêbaza çareseriyê bidîtina. Ji bo wê jî destilatdaran nexwestin ew berjewendiyên hem ser erd hem bin erd ên li Kurdistanê ew dewlemendî ji destê wan biçe. Kurd bi Peymana Lozanê di nava çar dewletan de hatin parçekirin ji hevdû qut bûn. Zimanê wan, hestên wan, nêrînên wan ên li hemberî hevdû hêdî hêdî ji hev qut bûn. Îro em lê dinerin zêdetirî sed salan demek derbas buye û di vê sedsalê de jî Kurdan ew hestên xwe yên neteweyî pêk neanîne lê di dilê her kurdekî de hesta neteweyî heye. Lê belê ji bo çi ev yekîtî pêk nayê. Herkes dibêje bila li gorî min be li gorî bîrdoziya partiya min be an jî li gorî nêrîna beşekê be. Ji bo wê jî ev hatina cem hev pêk nehat. Heta niha astengî gotina ku ‘filan kesî pêşengtiya vî karî kiriye ez tê de cih nagirim’ bû vê nêrînê yekîtî bi paş ve xist. Lê belê kî dibe bila bibe heke pêşengtiyê dike divê hemû aliyên Kurdan li dor wê/wî bicivin û ji bo berjewendiyên gelê xwe firsenda sedsalekê winda nekin.”
‘Ji derve mudaxile hate kirin û kongre pêk nehat’
Mulkiye Bîrtanê xebatên li ser yekîtiya neteweyî yên di sala 2013an de bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Di wê xebatedê de di sekreteryayê de PDK, YNK û PKK hebûn. Her xebat bi rêk û pêk pêk hatin. Komîsyon çêbûn, komîsyona siyaset, çand, ziman û hunera Kurdan, komîsyona hiqûqê, aboriyê, erdnîgariyê, ekolojiyê, parastina rewa, hemû komîsyonan xebatên xwe kirin. Êdî gihişt asteke wisa ku Kongreya Neteweyî çêbibe û ev jî bû hincet ku Kurd di vî karî de cidî ne, karê xwe pêk tînin ew ê kongreyê pêk bînin û berjewendiyên desthilatdaran ew ê ji destê wan biçe. Piştî wê ji derve mudaxile hate kirin û kongre pêk nehat.”
‘Banga birêz Ocalan a ji bo birêz Mesûd Barzanî gelek girîng e’
Mulkiye Bîrtane da zanîn ku beriya du mehan li Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd hate kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê konferansê de biryar hate dayîn ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî di nava hewldanan de bin. Çawa ku beriya sala 2013an jinan pêşengtî kir û du konferans pêk anîn di vê pêvajoyê de jî dê jin ji kongreya neteweyî re pêşengtiyê bikin. Dem demeke dîrokî ye û firsend jî ji destê mirov zû difilitin. Ji bo wê jî me dît ku ev pêvajoya îro hatiye destpêkirin. Ya civaka aştî û demokrasiyê û di heman demê de banga birêz Ocalan a ji bo birêz Mesûd Barzanî jî weke 2013an gelekî girîng e. Wê demê di nava gelê Kurd de hêviyeke gelek mezin çêbibû. Digotin êdî Kurd dibin yek. Cegerxwîn gotiye ‘Kurdino heke hûn nebin yek hûn ê biçin yek bi yek’. Êdî bila kes vê gotinê dubara neke. Bila nebêjin bila bikin. Dem ew dem e. Divê di vê pêvajoyê de ev kêmasî dubare nebin. Rê nedin wan destwerdanên derve. Birêz Barzanî ji bo Rojava di navbera TEV-DEM û ENKSê de yekîtiyek çêbibe bang kir. Yekîtiya li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê çêbû niha pêşengtiyê ji her sê parçeyên din re dike. Divê birêz Barzanî banga xwe ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bike ku di serî de her parçe di nava xwe de yekîtiya xwe çêbikin. Pişt re jî pêşengtiya Kongreya Neteweyî bike ku em ne dûrî xebatên yekîtiyê ne. Di her parçeyî de ev hest û raman hene. Tenê dimîne ser civînê û di wan konferansan de biryara yekîtiya neteweyî bê girtin û ew xebat bê dest pê kirin. Cihê ku lê maye dikarin ji wir dest pê bikin. Ji ber ku gelek xebat hatin kirin. Birêz Barzanî banga xwe bike û weke rêberekî Kurdan pêşengtiya xwe bilîze. Ez jî weke jineke Kurd û endama Komîteya Amadekar a 2013an vê daxwazê ji birêz Barzanî dikim.”
‘Bila maf û azadî were bidestxistin kî pêşengtiyê dike bila bike’
Mulkiye Bîrtane bal kişand ser Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiyê ya di 26ê Tîrmehê de li Bazîdê li dar xist û ev yek anîn ziman: “Înîsiyatîf dikare li Bakur partî, sazî, dezgeh û rêxistinên ku tê de cih negirtine dikarin di bin banê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de cih bigirin. Me gelek ji wan vexwendin ku hem di înîsiyatîfê de cih bigirin hem di konferansê de lê belê ji ber wan sedemên min got pêk nehat. Heke hincet pêşengtî be mirov dikare wê hincetê ji holê rake. Kerem bikin em konferanseke ji bo neteweya Kurd li Bakur pêk bînin. Bila partî, rêxistin û kesayet tê de cih bigirin. Konferansa Bazîdê jî nişan da ku gelek kes tev li bûn. Lê ji ber ku hemû alî beşdar nabin. Ev nabe konferanseke neteweyî. Ji bo wê di sala 2013an de birêz Ocalan gotibû ku divê her partî û rêxistineke Kurdan çi hêza wan xurt çi biçûk di vê di nava wê civakê de cih bigirin ku navê wê bibe kongreya neteweyî. Em dikarin bêjin ku di meseleya Kurd û Kurdistanê de dema mafê Kurdan bû mijar divê îdeolojî, berjewendiyên şexsî hemûyan bidin aliyekê û tenê maf û azadiya gelê Kurd derxin pêş, bicivin û konferans û kongreyan pêk bînin. Bila maf û azadî were bidestxistin kî pêşengtiyê dike bila bike. Bi salane di nava vê xebatê de me dîsa çi ji destê me bê em ê rol û mîsyona xwe bikarin bilîzin. Pêşengtiyê ji nifşên nû re bikin. Hêviya me ji ciwanan gelek zêde ye. Ciwan hewl bidin ku bi jinên Kurd re pêşengtiyê bikin. Heke ev fersend jî ji destê me biçe. Sedsaleke din jî ji destê me diçe.”
Sibê: Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Kamûran Berwarî li ser girîngiya yekîtiya neteweyî diaxive.