Îro 8 roj e şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê didome. Şerê germ û şerê taybet yê pîskolojîk di navbeara her du aliyan de didome.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 80 balafirên şer pêleke nû ya êrîşan li dijî hedefên leşkerî li paytexta Îranê Tehranê û li deverên navendî yên welêt pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê wekî beşek ji operasyonên li dijî Îranê, êriş birine ser tesîsên leşkerî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş li dijî binesaziya leşkerî ya Îranê, moşekavêjên balîstîk, depoyên moşekan û binesaziya fermandariyê ya binê erdê pêk anîne. Artêşa Îsraîlê aşkera kir ku armanca operasyonan lawazkirina Îranê ya êrişkirinê ye.
Îsraîl: Me 6500 bombe bi ser Îranê ve barand
Di vê navberê de, şeva borî, gelek deverên paytext Tahranê bûn hedefên êrişên hewayî yên Îsraîlê. Ji destpêka pevçûnan ve ji ber êrişên moşekî û hewayî yê her dua liyan aloziya herêmî dê hîn zêdetir giran bibe. Li gor agahiyên artêşa Îsraîlê ji despêkirina şer ve zêdetiri 6500 bombe avêtine ser Îranê.
Îran: Em li Tengava Hurmuzê li benda hatina Amerîkayê ne
Berdevkê hêzên leşkerî yê rejîma Îranê Elî Mihemed Nainî, Washington hişyar kir û got: Em li Tengava Hurmuzê li benda hatina hêzên deryayî yê Amerîkayê ne. Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê derengê şeva borî ragihand ku hêza deryayî ya Amerîkayê amadekariyê dike ku ji keştiyên di Tengava Hormuzê de derbas dibin re eskortiyê bikin.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê, Naini bal dikişîne ser demên borî û dixwaze berya ku Amerîka wêrekiya hatine bike li şewitandina supertankera Amerîkî Bridgeton ya di sala 1987an û tankerên petrolê yên ku di demên dawî de hatibûn hedefgirtin mêze bike.













