Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel bal kişand ser wateya dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û “Hûnandina keziyên jinan” ku li cîhanê deng veda û got: “Ev ne tenê wekî bertekeke li dijî êrişên li ser bedena jinan e, redkirina hişmendiya koletiyê û avakirina jiyaneke nû ya azad e.”
Di çarçoveya Peymana Parîsê ku tevlêbûna gelek dewletan pêk hat di 6ê Çileyê çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê yên Helebê kirin. Di êrişan de çeteyên bi destê Tirkiyê tên rêvebirin herî zêde êrişî nasnameya azad a jinan kirin û dîmenek keziyek jêkirî weşandin. Bi hînbûna bûyerê di serî de jinên Kurd û jinên cîhanê ji bo ku bertek nîşan bidin heft salî heya heftê salî porê xwe honandin. Piştî feslefeya Jin Jiyan Azadî ku li tevahiya cîhanê bû sembola berxwedan û azadiya jinan, pêla honandina keziyan nîşan da ku jinên cîhanê têkoşîna tevgera jinan a Kurd wekî riya azadiyê dibînin. Li çar aliyên cîhanê jinan bi dîmen û çalakiyên honandina keziyan li dora Rojavayê Kurdistanê, têkoşîna zadiya gelê Kurd û tevgera jinên Kurd hatin cem hev. Pêla honandina keziyan danî holê ku feraseta tevgera azadiyê Kurd derxistine asta ku pêşengtiya fikrî ji cîhanê re bikin. Aktivîsta TJAyê Çaglar Demîrel li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî.
‘Jin Jiyan Azadî felseyeke jiyanê ye’
Çağlar Demîrel di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku “Jin Jiyan Azadî” divê ji asta diruşmeyekî were derxistin û wiha got: “Ev felsefeyeke jiyanê ye ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin. Ev felsefe, rizgarikirina birdoziya jinê ye. Azadiya civakê rasterast girêdayî azadiya jinê ye; heta jin di aliyê hişmendî û fîzîkî de azad nebe, civak nikare behsa demokrasiyê bike. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve dest pê kir. Peyva Jin Jiyan Azadiyê ji Bakur dest pê kir heta Rojava, li Başûr heya Rojhilat û ji wir jî belavî cîhanê bû û sînoran derbas kirin. Jin Jiyan Azadî rizgarikirina birdoziya jinê ye. Tenê ne jinên Kurd, di nav jinên Rojhilata Navîn û jinên cihanê belav bû. Li parlamentoya Ewropayê jî axaftin hatin kirin, her kes dawiyê dibêje ‘Jin Jiyan Azadî’. Azadbûna jinê bi jiyanê de pêşengiyê dike, pêşengiya civakeke demokratîk dike. Ji bo vê jî civakeke demokratîk azad bibe berî her tiştî pêvîste jin azad bibe.”
Kezî: Ji çandê ber bi serhildanê ve
Çaglar Demîrel diyar kir ku porê jinê di dîrokê de wekî girêdana bi jiyanê re û jiyana hevpar pênase kir. Bal kişand ser hovîtiya DAIŞê ya li Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞê li Rojava porê jinên berxwedêr jêkirin. Armanca vê yekê ne tenê êrîşeke fîzîkî bû; wan xwest bi vê yekê jinan bikin kole, nasname, ziman û çanda wan tune bikin. Ji ber ku kezî, di heman demê de çand û dîrok e. Lê belê, jinan ev êrîş zivirandin çalakiyeke berxwedanê. Li cîhanê jin, zarok û pîran porê xwe honand; mêran jî porê xwe jê kirin. Wan peymana hûn nikarin me kole bikin, em koka xwe ji nû ve şîn dikin dan. Ev çalakî, êdî ne meseleya porê jineke Kurd tenê ye, bûye meseleya hemû jinên cîhanê.”
Pevçûna du modernîteyan: Kapîtalîzm û Demokrasî
Çaglar Demîrel di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nakokiya di navbera Modernîteya Kapîtalîst û Modernîteya Demokratîk de û wiha bilêv kir: “ Pergalên desthilatdar li Rojhilata Navîn, mîna mînakên li Afganistan û Tûnisê, hewl didin pêşengiya jinê asteng bikin. Li hemberî vê, modela ku kurd pêşniyar dikin Konfederalîzma Demokratîk, li ser sê lingan rûdinê: Azadiya Jinê, Ekolojî û Demokrasî Rojava îro bûye navenda vê şoreşê û ji ber vê yekê hemû hêzên hegemonîk êrîşî wir dikin.”
Banga yekîtiya neteweyî
Di dawî ya axaftina xwe de Çaglar Demîrel bang li jinên Kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ku yekîtiya Kurdan ne tenê mijareke siyasî ya di navbera partiyan de ye, mijareke jiyanî ye. Jinên kurd, divê pêşengiya Kongreya Neteweyî bikin. Heta jin vê yekîtiyê ava nekin, yekîtiya siyasî pêk nayê. Ji ber ku ev yekîtî, yekîtiya çand, ziman û parastina destkeftiyan e.”














