Şirnex – Gundê Midehê yek jî gundê Suryaniyan e. Welatiyên Suryanî li gund ziman, çand û baweriya xwe diparêzin. Şêniya gund Meryem Talayman diyar kir ku ew dixwazin ku hemû netew bi ziman, çand û baweriya xwe bijîn û aştiyê dixwazin.
Kurdistan ku dergûşa çand û dîrokê ye, gelek netew, bawerî û çandên cûda di nav xwe de dihewîne. Li Kurdistanê ji bilî Kurdan, Suryanî, Ermenî, Azerî, Tirk, Ereb, Yahûdî û Keldanî jî dijîn. Yek jî ji van netewan netewa Suryaniyan e. Suryanî ji ola Xirîstiyantiyê bawer dikin û zimanê wan jî yek jî zaravayê Aramî Suryanî ye. Li gor lêkolînan koka Suryaniyan heta Asur û Babîlan diçe û yek jî neteweke qadîm a Kurdistanê ye. Suryanî li gelek bajarên Kurdistanê bi cih bû ne. Lê ji ber zilm û zordariya dewletên serdest û welatiyên herêmê yên Misliman Suryanî gelek caran neçarî koçberiyê bûne û dinyayê belav bû ne.
Suryanî gelek caran rastî qetlîam û koçberiyê hatine. Ew komkujî bûne sedem ku Suryanî ji gund û welatê xwe koçber bibin. Bi hezaran Suryaniyên ku di komkujiyan de hatinê kuştin, cenazeyên wan li holê tune. Pergala netew dewlet a kapîtalîzme ku yek ol, yek ziman û yek netew ji xwe re esas digire bûye sedema qîrkirina netew û baweriyên cûda. Yek jî netewa herî zêde êşa vê pergalê kişandiyê Suryanî ne. Lê tevî zilm, zordarî û komkujiyan jî Suryaniyan ziman, bawerî û çanda xwe parastinê.
Gundê Midehê yê Suryaniyan
Suryanî li Kurdistanê li gelek bajaran bi cih bûne. Yek jî ji van bajaran Şirnex e. Gelek Suryanî li navçeya Hezexê (Azakh) dijîn. Navçeya Azakh ji bo Suryaniyan cihekî taybet û girîng e. Suryanî navçeya Azakhê weke navend jî dibînin. Li gor lêkolînan ji serdema antîk ve Suryanî li Hezexê ango Azakh dijîn. Gundê Midehê yê navçeya Hezexê jî yek ji gundê Suryaniyan e. Li gundê Midehê jî weke gelek gundên Suryaniyan piranî niştecihên wê koçberî Ewropa û metropolan bûne. Lê dîsa jî hejmareke zêde Suryanî li gund dijîn. Debara şeniyên gund jî weke her gundê Kurdistanê li ser çandinî û sewalkariyê ye.
Dêra Mor Gabrîel baweriyê diparêze
Li gundê Midehê Suryanî bi ziman, çand û baweriya xwe dijîn. Dêra herî kevnar a Suryaniyan li vî gundî ye. Dêra Mor Gabrîel ku li gor lêkolînan di sedsala 7an de hatiyê çêkirin û nobedariya baweriyê dike. Suryanî hê di vê Dêrê de baweriyên xwe yên olî diparêzin. Xaniyên gund bi mîmariya xwe ya taybet jî bala mirovan dikşînin. Xaniyên gund bi keviran hatine çêkirin û xwedî taybetmeniyeke cûda ye. Berê herî zêde Suryaniyan li vî gundî dijiyan. Di salên 1960î de li gundê Midehê 400-500 welatiyên Suryanî dijîn. Lê di salên 1990î de gelek Suryanî ji ber zextên dewletê koçber bûn û niha piraniya gundiyan li Ewropa dijîn. Suryaniyên koçî Ewropa kirin, jî welatê xwe dûr neketinê û havînî vêdigerin gund.
Ziman, çand û baweriya xwe diparêzin
Şeniya gundê Midehê Meryem Talayman ku em li ser çand, bawerî û rewşa gund bi wê re axivîn anî ziman ku ew li gund ziman û çanda xwe diparêzin. Meryem Talayman, li gundê Midehê ji dayik bûye, li gund zewiciyê û niha jî li gund dijî. Meryem Talayman diyar kir ku ew di malê de bi zarokên xwe re zimanê Suryanî diaxive û got: “Dê û bavê me jî bi me re bi Suryanî diaxivîn û em jî bi zarokên xwe re Suryanî diaxivin. Baweriya me ji Îsa Mesîh e. Em li gor bawerî, ziman û çanda xwe li gund dijîn. Kurd li vir bi ziman, çand û baweriya xwe dijîn. Em jî bi ziman, çand û baweriya xwe dijîn. Em bi hevre di nava aramî û xweşiyê de dijîn.”
‘Divê mafê perwerdehiya Suryanî jî bidin’
Ji ber pergala netew dewlet gelek zimanên kevnar ên qedîm rastî polîtikayên pişaftinê hatine. Yek jî Suryanî ye. Meryem Talayman jî balê dikşînê li ser vê yekê û dibêje, “Em li gund bi Suryani diaxivîn. Lê di dibîstanê de Tirkî li me ferz dikirin.” Meryem Talayman xwest hemû netew bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha dewam kir: “Em dixwazin hemû kes bi zimanê xwe li dibîstanan perwerde bibin. Di dibîstanê de ji me re digotin bi Suryanî neaxivin û bi Tirkî biaxivin. Lê em jî dixwazin zarokên me di dibîstanan de jî bi zimanê xwe biaxivin. Divê mafê perwerdehiya zimanê Suryanî û hemû zimanan pêk were.”
‘Bila hemû netew wekhev bijîn’
Meryem Talayman qala zilma berê kir û got: “Berê zilm pir li me hatibû kirin. Dê û bavê min qal dikirin. Digotin berê gundên derdorê sibe dihatin mêvanî û evarê jî dihatin tiştên me didizîn. Lê niha bi gundên cîran re tu pirsgirêkên me tune ne. Em weke Suryanî jî dixwazin aştî pêk bê. Tiştek ji aştiyê baştir nîne. Aştî di hemû ol û baweriyan de baş e. Em dixwazin hemû bawerî, çand, nasname û netew bi hevre di nava aramî û aştiyê de bijîn. Hemû gel bi ziman, çand û baweriya xwe bijîn. Edî bes e. Bila aştî û aramî pêş bikeve.”