• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

    Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

    Hesabên MAyê cardin hatin girtin

    Hesabên MAyê cardin hatin girtin

    Jin bi kargehan feraseta ekolojîk û xebata kolektîf pêş dixin

    Jin bi kargehan feraseta ekolojîk û xebata kolektîf pêş dixin

    Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

    Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

    55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

    55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    Şam peymanê pêk naîne: Dorpêça Kobaniyê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

    Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

    Hesabên MAyê cardin hatin girtin

    Hesabên MAyê cardin hatin girtin

    Jin bi kargehan feraseta ekolojîk û xebata kolektîf pêş dixin

    Jin bi kargehan feraseta ekolojîk û xebata kolektîf pêş dixin

    Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

    Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

    55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

    55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    Şam peymanê pêk naîne: Dorpêça Kobaniyê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya cîhanê: Kurd ji mizakereyan tên dûrxintin

Navenda Nûçeyan / AW

5 SIBAT 2026 - 12:22
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, WÊNE
A A
Di çapemeniya cîhanê de nîqaşên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên navneteweyî berdewam kini. Di nûçe analîzan de tê diyarkirin ku siyaseta navdewletî hewil dide ku Kurdan ji mizakereyan dûr bixe û balê dikişîne ser dorpêça li ser Kobaniyê. Tê bi bîr xistin ku Kobanê ji bo gelê Kurd ne tenê bajarek di heman demê de hişa neteweyî ye.

Di çapameniya cîhanê de nûçe û analîzên di 5ê Sibata 2026an de derketin xwedî çarçoveyeke hevpar in. Di wan nûçe û analîzan de qala mijarên wekî yi Rojhilata Navîn siberoja Kurdan ya siyasî, dorpêça li ser Kobaniyê û li Ewropayê fikarên diyasporaya Kurd tên nirxandin. Medya Alman û Firansî diyar dikin ku Kurd hem li qadê û hem jî li ser maseyê bi xetereyên mezin re rû bi rû ne.

Le Monde: Kurd bi êrişên mezin re rû bi rû ne

Rojnameya Le Monde ya Fransayê di nivîseke xwe de dide zanîn ku Kurd li Sûriyeyê bi zext û êrişên mezin re rû bi rû ne. Rojname diyar dike ku Kurd di şerê têkbirina DAIŞê de lehengê senbola têkbirinê ne lê îro Kobaniya xwedî rist û rola têkbirina çeteyên DAIŞê careke din di bin dorpêçê de ye û bi xetereyan re rû bi rû ye.

Rojname aşkera dike ku helwest û piştgiriya Amerîka û welatên Rojava ya ji bo Kurdan guheriye û wiha dinivîse: “Kurd berê wekî hevkarên ‘stratejik’ dihat dîtin lê îro di nava hevsengiya heremê û cîhanê de hesabê Kurdan zêde naye kirin.” Rojname destnîşan dike ku ji ber vê siyasetê li cih û warên Kurd lê dijîn valahiyeke mezin ya ewlehî û siyasî çêbûye.

‘Kurd ji mizakereyan tên dûrxistin’

Le Monde bal dikşîne ser Kobaniyê û qampên sivîlan ên li derdora Kobaniyê û wiha dinivîse: “Li Kobanê û qampên li derdora Kobaniyê krîza tenduristî, krîza pêdiviyên wekî xwarin û vexwarinê her wiha krîza perwerdeyê her diçe girantir dibe. Qrîza ji vana jî girantir ev e ku Kurd ji mizakereyên navneteweyî tên dûrxistin.”

Qanala RTL: Divê Kurd hêzeke pêvajoyê bin

Televîzyona RTL ya Fransî balê dikişîne ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot a welatên Rojhilata Navî û destnîşan dike ku di vê serdanê de sitatûya Kurdan mijara sereke ye.
Li gorî nûçeyê Barrot dê di hevdîtinên xwe yên li Sûriye, Irak û Lubnanê de ji aliyên hevdîtinê bixwaze ku maf û statûya Kurd li Sûriyeyê di destûra bingehîn de bê bicîhkirin. Her wiha RTL vedibeje ku Barrot dê bixwaze ku Kurd li Sûriyê ne wek kêmnetewe wekî hêza siyasî ya siberojê xwedî gotin bê nasîn.

RTLê her wiha cih da nêrînên Barrot ên têkildarî armanca hevdîtinê û ev agahî dan: “Kurd li Iraq û Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de hevalbendên herî xurt ên Hevpeymana Navneteweyî bûn û divê ev neye piştguhkirin.” RTL diyar dike ku Fransa mafên Kurdan yên dîplomatîk diparêze lê ve parastina têrê nake ku di dereceya afirandina hevsenga hêzan de netîceyên şênber dernaxe holê.

Ostsee-Zeîtung: Diyasporaya Kurd bi fikar e

Rojnameya Alman Ostsee-Zeitung jî çîroka ciwaneke Kurd yê ji Kobaniyê ku li Rostockê dijî kiriye mijara weşana xwe. Agahiya rojnameyê aşkera dike ku şerê li Rojhilata Navîn bandora derûnî li ser jiyana Kurên diyasporayê dike. Ciwanê Kurd ê ji rojanameya Ostsee-Zeitungê re diaxive balê dikişîne ser rewşa malbata xwe û wiha dibêje: “Ez pir caran nikarim têkilî bi malbata xwe re daynim. Her roj bi tirs û fikara ku agahiyeke din ya xirabtir bibihîzim dijîm. Ciwan dide zanin ku ew li gel ku li Almanyayê di xetereyê de nîn e jî bi awayê hişî her tim wek di nava şerek de xwe hîs dike.”

‘Kobanê hişmendiya neteweyî ye’

Rojname di nûçeyê de aşeka dike ku Kurd bi xwepêşandanan, bi qampanyeyên alîkariyê û bi rê û rêbazên medya dijîtal hewil didin dengê xwe bigihijînin raya giştî lê hikûmetên Ewropayê li henber rewşê tu gaveke şênber navêjin. Rojname dibêji ku Kobanî ji bo Kurdan ne tenê bajarek e, Kobanê ji bo Kurdan nasname û hişmendiya hevgirtî ya neteweyî ye.

 

 

 

 

 

Etîket: FransaKobanîKurdistanRojavaRojhilata Navîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo Kobaniyê banga lezgîn: Xeteriyek mezin heye

Ji bo Kobaniyê banga lezgîn: Xeteriyek mezin heye

5 SIBAT 2026
NYê xeterî aşkera kir: Piştî HSDê DAIŞ çi dike?

NYê xeterî aşkera kir: Piştî HSDê DAIŞ çi dike?

5 SIBAT 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Şam peymanê pêk naîne: Dorpêça Kobaniyê didome

5 SIBAT 2026
Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

5 SIBAT 2026
Sefîrê Fransî serdana Sûrî, Libnan, Iraq û Hewlêrê dike

Sefîrê Fransî serdana Sûrî, Libnan, Iraq û Hewlêrê dike

5 SIBAT 2026
‘Divê yekitî û rihê neteweyî mayînde bibe’

‘Divê yekitî û rihê neteweyî mayînde bibe’

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (194)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne