Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa duyemîn a çekdarên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê li Şêxmeqsûdê welatiyek kuştin.
Li gorî nûçeya ANHAyê; Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ragihand ku çekdarên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Şamê di çend saetên dawîn de bi dronan 2 êriş li ser taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk anîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di êrişa duyemîn de wekatiyek hatiye kuştin.
Çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê vê sibehê bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a li bakurê Şêxmeqsûdê bombebaran kir. Di encamê de şêniyên bi navê Mihemed Ridawan Îbrahîm û Rizgar Ridwan Îbrahîm birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecir a Eşrefiyê.
Tevgera dronan li ser taxa Şêxmeqsûdê dewam dike.












