Li Cizîrê cenazeyê Ahmet Erçîl ê 12 salî ku duh ketibû Çemê Dîcleyê û xeniqîbû, serê sibê hat dîtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê bi navê Ahmet Erçîl (12) duh dema sola wî dikeve Çemê Dîcleyê û dixwaze sola xwe bigire, dikeve ber pêlên çem. Ahmedê biçûk di çem de xeniqî. Piştî bûyerê tîmên Şaredariya Cizîrê yên avjeniyê di nav çem de dest bi lêgerîna Ahmet Erçîl kir. Tîmên ku ji duh ve xebatên lêgerînê dikirin serê sibê cenazeyê Ahmet Erçîl ji Çemê Dîcleyê derxistin.
Cenazeyê Ahmet Erçîl ji bo otopsiyê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.













