Cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî di deriyê El Welîd re derbasî Rojava bû û ji aliyê girseyeke mezin a rewşenbîran ve hat pêşwazkirin.
Cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî ku 10’ê Adarê ji ber nexweşiyeke giran li Stockholmê jiyana xwe ji dest dabû, îro di deriyê sînor ê Welîd re yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê re Rojava bû. Li deriyê sînor ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmendaran ve hat pêşwazkirin.
Piştî cenaze li deriyê sînor hat pêşwazkirin, ber bi Qamişloyê ve hat birêkirin. Li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) dê merasîmek pêk were, piştre ber bi bajarê Amûdê ve were veguhastin. Lê têketina bajar dê merasîma girseyî ya oxirkirinê were lidarxistin, piştre li cihê ji dayik bûye, were veşartin.













