Cenazeyê girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar Hadî Elçîçek ê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da li Edeneyê hate veşartin.
Hadî Elçîçek, girtiyekî ku ji sedî 80ê astengdar bû û ji bo tedawiyê înfaza wî 6 mehan hatibû taloqkirin û hatibû berdan. Hadî Elçîçek ê li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Elçîçek birin Mizgefta Hîcret a li Taxa Başak a navçeya Yuregîr a Edeneyê û li wir erkên olî pêk anîn. Pişt re cenazeyê Elçîçek ji bo veşartinê birin Goristana Bûrûk.
Malbata Elçîçek, nûnerên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesên din beşdarî merasîmê cenaze bûn. Cenaze bi awayekî girseyî li Goristana Bûrûkê hate veşartin.