Cenazeyê siyasetmedar Salih Muslim bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hate rêkirin.
Siyasetmedarê Kurd, têkoşer, ji pêşengên diyar ên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di heman demê de hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, duh şev li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gurcikê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya RojNewsê vê şeveqê bi amadebûna hejmarek siyasetmedar û welatiyan li Tiba Edlî ya Hewlêrê cenazeyê Salih Muslim hate wergirtin û bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hate rêkirin. Welatiyan wêneyên Salih Muslim rakirin û cenazeyê wî bi dilxemgîniyek mezin rê kirin.

Dê li Kobanê bê veşartin
Hat zanîn ku cenazeyê Salih Muslim dê bi ser Deriyê Sêmalka re bişînin Rojavayê Kurdistanê. Cenaze dê li Qamişlo bê pêşwazîkirin û paşê bişînin Kobanê û cenaze dê li bajarê berxwedêr li Kobanê bê veşartin.












