Li navçeya Xana Axparê, leşkeran di dema çalakiya şermezarkirina li dijî birîna daran de li ser welatiyan gule reşandin.
Birîna daran a ji bo kargeheke qûmê li taxa Gundika Hûsîkan a navçeya Xana Axparê a Amedê bû sedema nerazîbûna welatiyan. Li herêma Girgeverê ji bo kargehek ji qûmê bê vekirin, birîna daran hat destpêkirin. Welatiyan bertek nîşanî Înşaata Kalyonê dan û birîna daran protesto kirin. Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, êrîşî welatiyan kirin. Êrîşa leşkeran a li dijî welatiyan bi telefonê hat qeydkirin.