Tevî ku agirbest heye jî çeteyên HTŞ û SMOyê êrîşî bajarê Holê kirin. Di encama bersidayina şervanên HSD-YPJê de 4 çete hatin kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku heta çete bi ser wan de neyên ew ê operasyonên leşkerî nekin, lê çeteyên HTŞ û SMOyê agirbesta ku wan ragihandiye guhdar nakin. Çavkaniyekî leşkerî daxuyand ku li bajarê Holê yê kantona Cizîrê di navbera şervanên HSD-YPJê û çeteyên HTŞ û SMOyê şer û pevçûn hene.
Çavkanî da zanîn ku heya niha 4 çete hatine kuştin, pevçûn berdewam e.













