Çeteyên HTŞê û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyê li bajarê Sirrînê bi çekên giran êriş pêk anîn. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan êrişan û derbeyên giran li çeteyan xistin.
Li gorî agahiyên ji eniyên şer hatine bidestxistin, çeteyên HTŞ û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin îro serê sibê bi topên obus, tang û gelek çekên giran êrişî bajarê Sirrînê kirin. Li ser êrişan şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan êrişan û pevçûn derketin.
Di encama pevçûnan de wesayîteke çeka doçka li ser bû, 2 motorsiklet, wesayiteke bi zirx yên çeteyan hatin rûxandin û gelek çek hatin desteserkirin. Di pevçûnan de gelek çete jî hatin kuştin.










