Çeteyan dîsa agirbest binpê kirin û gundê Qasimiyê yê Kobanê topbaran kir. Di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.
Li gel agirbestê jî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li ser gundên Kobanê berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHAyê; çeteyan li gundê Qasimiyê yê dikeve rojavayê Kobanê malek topbaran kir.
Di encama êrişa bi obîsan hate kirin de ji malbatekê zarokek keç jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanê.
Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê hatine wergirtin, navê zaroka hatiye kuştin Sabrîn Ehmed Elawî ye û 8 salî ye.
Navên birîndaran jî wiha ne: Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10) û Ehmed Îbrahîm Elawî (5)













