Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî Tirkiyeyê li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 100 welatî revandin.
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li aliyekî êrîşên hewayî berdewam dikin, li aliyê welatiyan direvînin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li Serêkaniyê yê dagirkirî çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî îstîxbarata Tirkiyeyê li bajêr dest bi revandina welatiyan kiriye. Çavkaniyan diyar kir ku ji duh ve nêzî 100 welatî revandine û revandina welatiyan didome. Çavkaniyan destnîşan kir ku ew kesên ku hatine revandin, piştî ketina rejîma Baas di encama zexta gel a li dijî çeteyan de hatibûn berdan, niha jî dîsa tên revandin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hişbir li bajêr êdî wekî hemû tiştên din ên asayî berdest in, nexasim ku çete û serçete bazirganiya wan dikin.
Di 8ê kanûna 2024an de şêniyên bajêr û malbatên ku tê de bi cih bûne êrişî girtîgehên çeteyan ên li bajêr kiribû û di encamê de hin kesên binçavkirî û revandî ji aliyê çeteyên “Polîsa Leşkerî” ve hatin berdan.