Çeteyên HTŞê û SMOyê hewl didin êriş bibin ser Kobanê û Kobanê dorpêç bikin. Hat gotin ku êriş didomin û dixwazin Kobanê dorpêç bikin.
Êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji bo Kobanê dorpêç bikin êriş dibin ser Eyn Îsa. Li gor nûçeya ANHAyê; li En Îsa şerê di navbera Hêzîn Sûriyeya Demokratîk (HSD) komên çete yên HTŞê gur dibe.
Hat gotin ku êrişên HTŞê ji hêla rojavayê Eyn Îsayê ve zêde û dijwar bûne. Hat gotin ku şervanên HSD û YPJê bersivên tund didin êrişan.













