Mêrdîn – Di danişîna doza Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê de salek û 28 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn.
Danişîna doza Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê ku biîdiaya “rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Oznûr Deger û parêzerên wê tev li danişînê nebûn. Di danişînê de ewraq hatin xwendin, dozgeriyê mutalaaya xwe aşkera kir û daxwaza cezayê hefsê kir.
Dadgehê jî bi heman îdiayê salek û 28 meh û 15 roj (3 sal 4 meh 15 roj) cezayê hefsê li Oznûr Degerê bîrî.