• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

    Otomatik taslak

    Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    MÎA-FED konferansa xwe ya sêyemîn li dar dixe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinê ye’

Wan / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 15:19
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
TJAyê li Wanê bertek nîşanî cezayê li berdevka berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn da û da zanîn ku ew vê biryarê qebûl nakin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, li dijî cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 meh ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Amedê ve li Berdevka Berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ayşe Gokkan vîna me ye, nayê darizandin” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, saziyên jinan û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî daxuyaniyê bun.

Metna daxuyaniyê aktivîsta TJAyê Eylem Oklû xwend.

‘Em vê biryarê qebûl nakin’

Eylem Oklû diyar kir ku ev biryar ne tenê li dijî kesekê, lê belê êrîşeke li dijî vîna jinan û berxwedana wan a rêxistinî ye. Eylem Oklû da zanîn ku ew vê biryarê wekî destwerdaneke li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin û qebûl nakin û got: “Sûcên ku ji bo darizandina Gokkanê dikin hincet, li dijî parastina mafên jinan, pêşengtiya çalakiyên aştiyane û bilindkirina dengê li dijî pergala mêrperest e. Ayşe Gokkan zêdetirî 6 salan e girtî ye û destûr nedanê ku tev li cinazeyê dayika xwe bibe.”

‘Têkoşîna azadiyê ya jinê nayê mehkûmkirin’

Eylem Oklû destnîşan kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de vîna jinê û felsefeya wê ya gerdûnî ya “Jin, Jiyan, Azadî” tê darizandin û wiha pê de çû: “Avakirina civakeke demokratîk tenê bi azadiya tam a jinê pêkan e. Loma îro eksena sereke ya hemû nîqaşên pêvajoyên demokratîk, têkoşîna jinê ye. Mekanîzmayên dadgeriyê yên ku jinê li malê digirin û pergala mêrperest diparêzin, li pêşberî têkoşîna me bêwate ne. Ne girtîgeh, ne biryarên dileyîstî yên dadgehan nikarin meşa azadiyê ya jinan rawestînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: 19 sal û 6 mehAyşe GokkancezakirinTevgera Jinên AzadTJAVîna jinê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Di kesayetiya Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tê darizandin

TJA: Di kesayetiya Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tê darizandin

19 HEZÎRAN 2026
Dadgehê 19 sal 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî

Dadgehê 19 sal 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî

19 HEZÎRAN 2026
‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

15 HEZÎRAN 2026
Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

15 HEZÎRAN 2026
TJA: Li navenda rehabîlîtasyonê ya Êlihê çi qewimiye?

TJA: Li navenda rehabîlîtasyonê ya Êlihê çi qewimiye?

14 HEZÎRAN 2026
Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‎Murad Demîr li Enqereyê derket li ser dikê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (571)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne