Piştî komkujiya li dijî Şengalê, civaka Şengalê xwe bi rêxistinê kir û milê parastinê xurt kir. Civaka şengalê hêza xwe ya paratinê, meclisa xweser, meclisa jinan, meclisa ciwanan ava kir û di her alî de xwe bi rêxistin dike.
DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir û li dijî civaka Êzidî komkujî pêk anî. Ji ber Pêşmergeyên PDKê Şengal bê parastin hişt û reviyan, DAIŞê bi hezaran Êzidî kuştin û Şengal dagir kir. Lê civaka Êzidî li dijî jenosidê, bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê bersîva herî xurt da hêzên desthilatdar û dagirker.
Civaka Êzidî li Şengalê 11 sal in li dijî ferman xwe bi rêxistin dike û parastina cewherî pêş dixe. Şengal, 11 sal in bi hebûna vê pergalê jiyana xwe ji nû ve geş dike ku bi saya hebûna vê pergalê heya niha 25 hezar malbatên êzidiyan vegeriyan Şengalê. Piştî fermanê di demeke kurt de Meclîsa Gel hate avakirin. Di bin banê vê meclîsê de sazî û dezgehên Şengalê ava bûn. Li her gundekî meclîsek ava bû. Li gor pêdiviyên civakê şaredarî ava bûn. Meclîsa Xweser a Jin ava bû. Hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê ava bûn.
Di fermanê de, dema pêşmerge ji Şengalê reviyan kareset çêbû. Civaka Şengalê piştî fermanê, bi tevlêbûna kal, pîr, jin û ciwan gihîştin biryarekî ku rêxistina xwe ava bikin. Civaka êzidî ji bo rê li ber fermanan bigirin, terka Şengalê nekirin û di her alî de xwe bi rêxistin kirin. Biryar da ku Meclisa Rêveberiya Xweser ava bikin. Piştî vê biryarê, hêzên leşkerî hate avakirin. Meclîsên gundan hatin avakirin. Piştre saziya şaredarî, çand-huner, tenduristî û saziyên din hatin avakirin. Civaka êzidî bi avakirina saziyan û rêxistina civakê di aliyê fizikî, ziman, çand, nasname û bîrdozî de xwe bi rêxistin kiriye û di her alî de êdî dikare xwe li hemberî hemû cûreyên êrîşan xwe biparêze.
Bi pêşengiya Zekî Şengali û Seîd Hesen û gelek kesên mîna wan, bi kedeke mezin û berdêlên giran roj bi roj ev rêxistin hate avakirin. Niha li her gundekî meclis, şaredarî, perwerdehî û saziyên din hene. Piştî Rêveberiya Xweser, guhertineke mezin li Şengalê çêbû.
Di 14ê Çileya 2015an de Meclîsa Avaker a Şengalê bingeha xweseriyê avêt. Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê (MXDŞ) ava kir. Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) û Saziya Malbatên Şehîdan ava bû.
Di 30 Hezîrana 2022en de Kongreya 1emîn a YJCŞê ya bi tevlêbûna 150 delegeyên ji Şengalê û mêvanên ji Kampa Şehîd Rûstem Cûdî, bi dirûşma “Di Xeta Zîlan û Bêrîvanan de Rêxistinbûnê Ava Bike, Dagirkerî û Xiyanetê Têk Bibe, Azadiya Şengal Misoger Bike” hat lidarxistin de bernameya esasê birêxistinbûyînê hat diyarkirin.
Di 27 Hezîran 2016an de di kongreya Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (TEVDA) de ku di 25ê Hezîranê de li navçeya Xanesor a Şengalê hate lidarxistin, biryara damezrandina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) hat dayîn. Ji bo Meclîsa PADÊ jî 29 kes hatin hilbijartin. Her weha di kongreyê de komîteyên dîplomasî, ciwanan, aborî, rêxistinbûyîn, çand, jin, zarok û mafên mirovan hatin damezrandin û wê bi rêya van komîteyan xebatên PADÊ hatin meşandin. Lê dadgeha Bexdeyê di 2024an de bi biryarekê der barê PADê de biryara girtinê da.