Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li ÇandAmedê bi ciwanan re kom bû.
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li eywana ÇandAmedê bi ciwanan re kom bû. Mijara civîn ango hevdîtinê nirxandina komploya 15ê Sibatê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, rêveber û endamên DEM Partî û DBPê û bi dehan ciwan di civînê de amade bûn.

Civîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiya Kurdistanê canê xwe ji dest dane dest pê kir û ciwanan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Piştre ciwanan dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re berz kirin.
Piştî rêzgirtinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Beşa gotûbêjê dest pê kir. Hat zanîn ku Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş di civînê de wek axêver cih girtin û dê li ser komploya 15ê Sibatê û pêvajoyê nirxandinan bikin.














