Wan – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê dê li rawestgeha Kevenlî TOKÎ’yê ya li pişt Parka Mûsa Anterê, şahiyekê li dar bixe.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, xwest di 5’ê Îlonê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qada Bajêr şahiya ciwana li dar bixe. Lê destûr nehate dayin. Li ser vê yekê, ciwan dê li rawestgeha Kevenlî TOKÎ’yê ya li pişt Parka Mûsa Anter şahiyê li dar bixin. Şahî dê saet di 19.00’ê de bê lidarxistin. Hunermend Kasim Taşdogan dê di şahiyê de derkeve ser dikê.
Banga tevlibûnê
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz, got: “Me dixwest di 5’ê Îlonê de li Kent Meydaniyê konserê li dar bixin lê walîtiyê destûr neda. Me du hefte berê dest bi xebatan kiribûn û walîtî jî agahdar kiribû. Dema em lê geriyayîn jî bêyî hincetekê nîşan bidin gotin ku betal kirine. Tu hêzek dê nekare me ji têkoşîna me bike. Em bang li hemû ciwanan dikin ku tev li konsera me ya li rawestgeha Kevenlî TOKÎ’yê bibin.”