• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûdanê hezazê gundek tune kir: Zêdetirî hezar kesî mirin

    Li Sûdanê hezazê gundek tune kir: Zêdetirî hezar kesî mirin

    Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!

    Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2025an

    Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

    Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

    Li Reqayê serçeteyekî DAIŞê hate girtin

    Li Reqayê serçeteyekî DAIŞê hate girtin

    Bayindir: Aştî ferz e, azadî nêzîk e

    Bayindir: Aştî ferz e, azadî nêzîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Sûdanê hezazê gundek tune kir: Zêdetirî hezar kesî mirin

    Li Sûdanê hezazê gundek tune kir: Zêdetirî hezar kesî mirin

    Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!

    Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2025an

    Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

    Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

    Li Reqayê serçeteyekî DAIŞê hate girtin

    Li Reqayê serçeteyekî DAIŞê hate girtin

    Bayindir: Aştî ferz e, azadî nêzîk e

    Bayindir: Aştî ferz e, azadî nêzîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwan wê li gor pêyama Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin

Omer Demîr - Mahmût Altintaş / AW

6 NÎSAN 2025 - 08:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Meşvanê Amarayê Abdullah Gurkan ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Xelfetiyê pêyama Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ew peyam ji bo me mîsyoneke mezin e. Em li vir sozê nû dikin. Em ê li gel Serokê xwe rêxistina xwe mezin bikin.”

Bi boneya 76an salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarên Kurdistan û derveyî welat bi hezaran kes ber bi navçeya Xelfetî ya Rihayê ve bi rê ketin. Meclîsa Civanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 1ê Nîsanê de li qada Şêx Saîd a Amedê dest bi Meşa Amarayê kir. Meşvanên Amarayê piştî 2 rojan gehiştin Xelfetiyê. Li Xalfetiyê partî û saziyên demokratîk bi dirûşmeya, “Bi rêbertiya azad ber bi civaka Demokratîk” mîhrîcan li dar xistin. Piştî 2 rojên mîhrîcanê bi hezaran kes ber bi gundê Amarayê yê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ve meşiyan. Pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan jî li hewşa xaniyê wî bi dawî bû. Welatiyên ku ji bo mîhrîcanê ji bajarên Kurdistan û derveyî welat tevlî mîhrîcanê bûn anîn ziman ku wan daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kiriye.

‘Gel ji bo Serokê xwe meşiya Amarayê’

Ji Meşvanên Amarayê ciwanê bi navê Abdullah Gurkan bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo civanan û got: “Me li qada Şêx Saîd meşa xwe da destpêkirin. Ji ber ku ew qad ji bo Kurdan watedar e. Çawa ku dewletê li wê qadê Şêx Seîd darve kir niha bi hezaran Kurd doza azadiyê dimeşînin. Me piştre serdana pêşengên Tevgera Azadiyê kir. Ew jî pir bi watedar bû. Tevgera Azadî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan bûye hêvî. Em jî di rêya wan pêşengan de dimeşin. Ew rêya me ronî dikin. Wateya wê jî ew e. Meşa me li Amarayê bi dawî bû. Encamek pir baş di meşa me de derket hole. Tevlîbûn û coşeke mezin hebû. Gel ji bo Serokê xwe meşiya Amarayê. Peyama Serok Apo hat xwendin. Serokatî dibêje Sosyalîzm civak bûyîn e. Xwe rêxistin bikin. Heke hûn nekin, Sosyalîzmê fehm nekin ez ê wê mezin rexnê bikim. Ew peyam ji bo me mîsyoneke mezin e. Em soza xwe li vir nû dikin ku em ê li gel Serokê xwe rêxistina xwe mezin bikin. Em ê Sosyalîzmê bi modernîteya konfederaslîst mezintir bikin.”

‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e’

Welatiyê ji Dîlokê beşdarî mîhrîcanê bû Mehmet Aydin jî bi lêv kir ku ew ji bo pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan hat tevlî mîhrîcanê bû û got: “Gelê Kurd li vir pêyama pêşeroja xwe da. Daxwaza gelê me yek e. Daxwaza me azadî û aştî ye. Daxwaza me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan jî banga Kurdan e. Ew çi bibêje gelê Kurd li pêy wî ye. Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Divê weke gelê Kurd em jî yekitiya xwe ava bikin û bi serbikevin. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan şert e. Heke azadiya wî pêk neyê azadiya gelê Kurd jî pêk nayê. Azadiya wî azadiya gelê Kurd e.”

Welatî Şukru Orhan ê ji Sêrtê tev li meşê bû jî wiha axivî: “Em ji bo Serokê xwe hatin. Em ji bo aştî û azadiyê hatin. Em li vir daxwaza xwe ya aştî û azadiyê tînin ziman. Em dixwazin zarokê me bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Ji kuştin û tunehesibandinê tiştek çareser nabe. Divê aştî pêk were. Daxwaza me ew e ku Serokê me derkeve û were cem me.”

‘Rojbûna tevahî Kurdan e’

Dayika Hediye Yildiz ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Mersînê tevlî mîhrîcanê bû jî diyar kir ku ew hertim di 4ê Nîsanê de dimeşe Amarayê û ev tişt anî ziman: “Em ji bo Serokê xwe hatin. Em ji bo aştiyê hatin. Edî bes bila kuştin nebe. Em hertim aştiyê dixwazin. Divê aştî pêk were û azadiya fizîkî ya Serokê me pêk were. Girtiyên siyasî jî hemû ben berdan.”

Dayika bi navê Ayşe Îlbaş ku li Dîlokê hat tev li mîhrîcanê bû jî destnîşan kir ku ew ji bo rojbûna tevahî Kurdan hatiye û got: “Gelê Kurd li vir peyama aştî û azadiyê da. Gelê Kurd li vir careke din nîşan da ku xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derdikeve. Daxwaza me hemûyan azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

DFG û MKG dê Roja Çapemeniya Azad pîroz bikin

DFG û MKG dê Roja Çapemeniya Azad pîroz bikin

2 ÎLON 2025
Li Bestayê agir bi daristanê ket

Li Bestayê agir bi daristanê ket

2 ÎLON 2025
MKG: Pênc rojnamegerên jin hê jî girtî ne

MKG: Pênc rojnamegerên jin hê jî girtî ne

2 ÎLON 2025
Şanoya Bajêr bi lîstika ‘Jinên Azad’ dest bi serdemê kir

Şanoya Bajêr bi lîstika ‘Jinên Azad’ dest bi serdemê kir

2 ÎLON 2025
Li Sûdanê hezazê gundek tune kir: Zêdetirî hezar kesî mirin

Li Sûdanê hezazê gundek tune kir: Zêdetirî hezar kesî mirin

2 ÎLON 2025
Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!

Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!

2 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (28)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne