Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li semta Ofîsê afîşên komxebatê daliqandin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê bi sernavê “Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk” dê 6ê Tirmehê li ÇandAmed ya Amedê komxebatê li dar bixe. Aktîvista TJAyê Ayla Akat Ata, Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê Tayîp Temel û ekolojîst Leyla Çîte wê tevlî komxebatê bibin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê di çarçoveya amadekariya komxebatê de li kuçeyên semta Ofîsê ya Yenîşehîrê ya Amedê afîş daliqandin û gel vexwedan komxebatê.