Li bajaroka Dêrgulê ciwanê formaya Kurdistanê li xwe kiribû ji aliyê cendermeyan ve hat binçavkirin.
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê ciwanê bi navê Saît Guler dema di lîstika gogê de bû, Cendermeyên Qereqola Dergulê bi ser qada gogê de girt û Guler binçav kir. Cendermeyan bi hinceta tîşortê ala Kurdistanê li ser e Guler binçav kif û ew birin Qereqola Cendirmeyan a Dêrgulê.