Ciwanên Welatparêz ên Êlihê li dijî êrişên çeteyan ên li ser Rojava li gelek taxên bajêr çalakî pêk anîn.
Ciwanên Welatparêz ên Êlihê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava têne kirin li gelek taxên bajêr çalakî pêk anîn. Ciwanan li gelek taxên bajêr agir vêxistin û teker şewitandin. Her wiha di navbera ciwanan û polîsan de alozî derket û ciwan li gelek taxên bajêr belav bûn.
Di çalakiyan de dirûşmeyên: “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana HSDê”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Kurdistan, Kurdistan gora faşîstan” berz kirin.














