Meclîsa Ciwanan a Êlihê li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Bênî Zêd ên Helebê çalakî li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Êlihê li dijî êrişên li ser taxên Şexmêxsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li taxên Îpragaz û 11 taxên din ên Êlihê çalakiya meşê li dar xistin û di çalakiyê agir vêxistin.
Ciwanên ku çalakî li dar xistin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana HSD” û “Rojava Rojhilat Kurdistane yek welat e” berzkirin û çalakî bi dawî kirin.














