7 ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin Enqereyê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, serî li Wezareta Dadê dan.
Endamên Înîsiyatîfa Insisting On Freedom (Em ji bo azadiyê israr dikin) ku ji ciwanên Ewropî pêk tê, ji bo karibin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li Tirkiyeyê tev li hin çalakiyan bibin hatin Enqereyê. 7 ciwanên endamên înîsiyatîfê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi serlêdaneke nivîskî serî li Wezareta Dadê dan.
Di dema serlêdanê de parlamenterên Mûş û Colemêrgê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û Vezîr Parlak jî bi ciwanan re bûn.
Navên ciwanên ku serlêdan kirine wiha ne: “Merlin Wendt – Elmanya, Ji Bazên Ciwan ên Sosyalîst (Socialist Youth The Falcons); Mari Chureau – Fransa ji Ji bo Gel a Ekolojiya Civakî (For Social Ecology For People PEPS); Ritchy Thibault – Fransa, ji Ji bo Gel a Ekolojiya Civakî (For Social Ecology For People PEPS; Benni Dragone – Îtalya, çapemenî; Martina – Îtalya, ji Komuna Ciwanan a Enternasyonalîst (Internationalist Youth Commune); Marie – Elmanya, ji Komuna Jin ên Ciwan û Ciwan ên Demokratîk a YUNA; Giosve Vicidomini – Îtalya, Ji Rêxistina Ciwanan a Partiya UGS Sinistra Italiana.”