Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber berxwedanê hatine û bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kirin û berê xwe bidin Rojava.
Herikîna ciwanên Başûr a ber bi Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike. Komek ciwanên gihiştin Rojava derbarê hatine xwe de li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Rimêlanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê ciwanên sloganên têkildarî berxwedana Rojava de berz kirin, Gemo Mihemed axivî. Mihemed êrişên hovane yên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê yên ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin û anî ziman ku li ser bangawaziya seferberiya neteweyî ya Rêveberiya Xweser hatine Rojavayê Kurdistanê. Mihemed derbirî ku dê di nav berxwedanê de cihê xwe bigirin û bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kir ku berê xwe bidin Rojava û li hemberî dijminên gelê Kurd li berxwe bidin.












