Ciwanên welatparêz li gelek taxên Wanê salvegera damezrandina Tevgera Azadiyê pîroz kir.
Ciwanên welatparêz yên Wanê, bi boneya salvegera 47emîn a damezrandina Tevgera Azadiyê li taxên Xaçort, Yalimerez, Demîryol, Koyîçî û Seyrantepe bi fîşekên hewayî û meşaleyan pîroz kir. Ciwanan di pîrozbahiyê de pankarta “Yê ku bi rê ve dibe tu yî, şukir ji qûtreta te re” û “Vejîn pîroz be” vekirin û di nava kolanan de bi fîşekên hewayî û meşaleyan geriyan.
Ciwanan daxuyaniyek jî da û di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin divê her kes erk û berpirsiyariya xwe ya ji bo pêvajoyê bi cih bîne. Ciwanan anî ziman ku divê civaka demokratîk bê avakirin û banga azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan kir.










