• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Coşa ciwanan li Xelfetiyê gihişt lûtkeyê

Riha / AW

3 NÎSAN 2025 - 21:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşe, piştî gihişt Xelfetiyê coşa wan derket asta herî jor. Ciwan li qada mihrîcanê bi awayekî bi coş hatin pêşwazîkirin. Bi taypet piştî peyama Rêberê Gelê Kurd xwendin coş zêdetir bû.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi boneya 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” mihrîcana 4ê Nîsanê tê lidarxistin. Mihrîcan bi awayekî bicoş didome. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi Amarayê ve sê roj in dimeşin, li Parka 4ê Nîsanê ku qada mihrîcanê ye bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Ciwanan ku ji ketina Xelfetiyê heta qada mihrîcanê meşiyan dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” , “Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne”, “Jin Jiyan Azadî Azad Bike Rêbertî”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok”, “PKK gel gel li vir e” berz kirin. Ciwanan di meşe de stran gotin û li çepikan dan.

Dema ciwan nêzî qada mihrîcanê bûn dayikan ew bi kulîlkan pêşwazî kirin. Dema ciwan ber bi parkê ve meşiyan wêneyê Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan en di meşa Amara ya 2009an de bi guleyên polîsan hatin kuştin hatin hilgirtin û girseyê dirûşma “Şehîd Namirin” berz kir. Ciwanan dû re strana Amara ku hunermend Seyda Perînçek ji bo Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan nivîsiye gotin. Welatiyên li qada mihrîcanê jî bi dirûşman û çepikan ciwan pêşwazî kirin.

Di dema meşê de pasteya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amade kirin dan ciwanan. Ciwanan pişt re paste birîn. Ciwanên bi dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” ketin qada mihrîcanê, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Piştî ciwan gihiştin qadê nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandiye xwendin. Dema name hat xwendin coşa ciwanan zêdetir bû. Mihrîcana li Qada Parka 4ê Nîsanê bi şahî û govendê berdewam dike.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

23 COTMEH 2025
Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

23 COTMEH 2025
Memo Gul: Em ê bi kelecana salan Amedê bihejîninSuleyman Çarnewa: Ez hatime deynê xwe bidim

Memo Gul: Em ê bi kelecana salan Amedê bihejînin
Suleyman Çarnewa: Ez hatime deynê xwe bidim

23 COTMEH 2025
Rojnameger Akdenîz hate berdan

Rojnameger Akdenîz hate berdan

23 COTMEH 2025
Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

23 COTMEH 2025
Dadgehê danişîna Neslîhan Şedalê taloqî 4ê Kanûnê kir

Dadgehê danişîna Neslîhan Şedalê taloqî 4ê Kanûnê kir

23 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (394)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne