Heyeta dadgehê di doza ku gumanbarên Narîn Guran dihatin darizandin de ji bo sê kesan cezayê muebeta giran da.
Runiştina doza Narîn Guran ya 8 salî ku li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê 21ê Tebaxê de winda bû û 8ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin, piştî navberê berdewam kir. Dadgehê beriya biryarê der barê gumanbar dayik Yuksel Guran, ap Salîm Guran, bira Enes Guran û Nevzat Bahtiyar de bide, gotinên wan yên dawî girt. Gumanbar Yuksel Guran, Salîm Guran û Enes Guran sûcdarî qebûl nekirin. Gumanbar Nevzat Bahtiyar jî got ‘wî Narîn nekuştiye û ceza çi ye wê bikşîne’.
Heyeta dadgehê der barê gumabaran Salîm Guran, Yuksel Guran û Enes Guran de cezayê muebeta giran birî. Der barê Nevzat Bahtiyar de jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn û biryara berdewama girtina wî da.