• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘DAIŞ li Kobanê têk çû dê êrîşkar jî li Tişrînê têk biçin’

Mahmût Altintaş / AW

13 ÇILE 2025 - 08:05
Kategorî: ROJANE
A A
Şirnex – Rojnameger Zekeriya Şêxo ku li Bendava Tişrînê geşedanan ji nêz ve dişopîne anî ziman ku tevî êrişan jî, gel 5 roj in li bendavê nobedê digre û got: “Dema em li vir bi gel re diaxivin dibêjin, “Em ji balafir û bombeyên wan natirsin. Me çawa ku DAIŞ li Kobanê têk bir, em ê dewleta tirk jî li Bendava Tişrînê têk bibin.”

Êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Bi taybet jî di van rojên dawî de êrişên li ser Bendava Tişrînê zêdetir bûne. Ji aliyekî ve komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser bendavê û ji aliye din vê jî Tirkiye bi SÎHAyan bendavê bombebaran dike. Li dijî êrişên Tirkiyeyê û hêzên çekdar ên giredayî wê hêzên Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ), Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Suriyeyê Demokratîk (HSD) bersiv dide û pêşî li êrişan digirê. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî tekildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê daxuyanî dabû û bal kişandibû ser xetereya teqîna Bendavê. Rêveberiya Xweser bi vê daxuyaniyê bang li hêzên navneteweyî kiribû ku pêşî li êrişên li ser bendavê be girtin.

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di 8ê çileyê de li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê ber bi bendavê meşiyan. Dema welatî ber bi bendavê vê diçûn Tirkiyeyê bi SÎHAyê êrişî karwanê kiribû. Di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevî êrişan jî 5 roj in li Bendava Tişrînê nobede digirin. Rojnameger Zekeriya Şêxo ku ji roja destpêke ve li Bendava Tişrînê geşedanan ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Welat re li ser nobeda ku welatiyan dayê destpêkirin axivî.

‘Berxwedana şervanên YPG, YPJ û HSDê mezin e’

Rojnameger Zekeriya Şêxo bi lêv kir ku ji aliyekî ve komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ji aliyên vê jî Tirkiye bi SÎHA êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike û ev tişt got: “Piştî ketina rejîma Baas û desthilata Sûriyeyê guherî di heman wextê de dewleta Tirk bi destê komên çetê yên weke MSOyê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Êrişên Tirkiyeyê li ser herême didomin. Li dijî herêmê û welatiyan êrişên hovanê pêk tînin. Ew êriş bi komên çete yên giredayî wan ve pêk tên. Ew mehek e şer li herêmê didome. Li dijî van êrişan berxwedana şervanên YPG, YPJ û HSDê mezin e. Gelek êrişên komên çete hatin şikandin. Niha jî li herêmê bi taybet li Bendava Tişrînê êriş berdewam dikin û li dijî êrişan berxwedaneke bêhempa heye.”

‘Gel li Bendava Tişrînê li ber xwe dide’

Zekeriya Şêxo destnîşan kir ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi yek helwest li dijî êrişan rabûnê ser pêyan û wiha axivî: “Êrişên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê her ku diçe zede dibe. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bi hemû pêkhateyên xwe vê li dijî van êrişan berê xwe dan Bendava Tişrînê. Welatî hem ji bo piştgiriya şervanan meşiyan û hem jî ji bo ewlehiya Bendavê meşiyan û li wir dest bi nobede kirin ku êrişên li ser Bendavê rawestin. Niha gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her roj dimeşin. Li dijî êrişên komên çeteyan nobede digirin. Gelê herêmê li dijî êrişan bi helwest e. Berxwedanê mezin dikin. Gel tevî êrişan jî, li Bendava Tişrînê li ber xwe didin.”

‘Tirkiye welatiyên sivîl dikuje’

Di berdewama axaftina xwe de Zekeriya Şêxo bal kişand ser êrişa Tirkiyeyê li ser welatiyên Bendava Tişrînê jî û ev tişt got: “Bi taybet li ser bajarê Minbîcê ku Bendava Tişrînê jî li wir e dewleta Tirk êrişên hovanê pêk tîne. Her roj Bendava Tişrînê rastî topbaranê tê. Ev dibe sedema xetereyan li er welatiyên herêmê. Welatiyên herêmê, dema ku meşiyan Bendava Tişrînê, Dewleta Tirk karwan topbaran kir. Dewleta Tirk êrişî welatiyên sivîl kir. 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Lê wan êrişan berxwedana gel neşkand. Welatiyên herême behtir xwedî li berxwedana Bendava Tişrînê derketin. Dema em li vir bi gel re diaxivin dibêjin, ‘Em ji balafir û bombeyên wan natirsin. Îradeya me ji êrişên wan mezintir e. Me çawa ku DAIŞ li Kobanê têk bir, em ê dewleta Tirk jî li Bendava Tişrînê têk bibin.”

‘Bendav biteqe dê gelek gund di bin avê de bimînin’

Di dawiya axaftina xwe de Zekeriya Şêxo anî ziman ku ji ber êrişên Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê ava li Bendava Tişrînê bilind bûye û gotinên xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser hertim bi daxuyaniyan bang li dewletên navneteweyî dike ku êrişên li ser Bendava Tişrînê rawestînin. Bendava Tişrînê SÎHAyan bombebaran dikin. Dewleta Tirk çeteyên giredayî wê rastê rast Bendava Tişrînê hedef digirin. Bendava Tişrinê nêzî 4 kîlometre mezin e. Ji ber wê jî topbarana li ser Bendava Tişrînê metirsiyeke mezin derdixînê holê. Ji ber ku aveke zêde li Tişrînê kombûye û ew yek jî metirsiya teqîna bendavê bi xwe re tîne. Heke bendav biteqe gelek bajarên Suriyeyê wê bandor bibin. Dibe ku bandor li ser bajarên dewletên din jî bike. Asta bilindbûna bendavê xetereke mezin e. Metirsiya ku gelek gund di bin avê de bimînin heye.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026
Fransa li Tengava Hurmuzê amadekariya mîsyoneke parastinê dike

Fransa li Tengava Hurmuzê amadekariya mîsyoneke parastinê dike

9 ADAR 2026
Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo hate bibîranîn

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo hate bibîranîn

9 ADAR 2026
Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

9 ADAR 2026
‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (361)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne