Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye Duman wê li gundê Keferze yê Mîdyadê were veşartin.
Dayika Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye Duman wê 4’ê Çileyê roja Yekşemê li gundê Keferze yê Mîdyadê were veşartin. Piştî veşartina cenaze, wê li Stenbolê taziye bê danîn.
Kurtejiyana Hediye Duman
Hediye Duman sala 1941an li navçeya Mîdyad a Mêrdînê hate dinê. Jiyana Hediye Duman bi têkoşînê derbas bû. Di salên 1990î de ji ber zextên dewletê, bi malbata xwe re koçî Stenbolê kir. Li metropolên Tirkiyeyê jî ji têkoşîna welatparêziyê û çanda Kurdî qût nebû, heya kêliya dawî têkoşîna xwe domand.
Sala 1996an li Stenbolê bû endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û li vir têkoşîna xwe domand. Du kur û keçeke Hediye Duman salên 1990î tev li refên Tevgera Azadiyê bûn e. Kurê wê Amed di sala 1996an de li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide.













