Dayika yek ji fermandarên HPGê Metin Arslan (Koçero Urfa) ku di 4ê Mijdara 2019an de jiyana xwe ji dest dabû, Fadile Arslan di temenê xwe yê 86 salî de wefat kir.
Dayika yek ji fermandarên HPGê Metin Arslan (Koçero Urfa) ku di 4ê Mijdara 2019an de jiyana xwe ji dest dabû, Fadile Arslan ku ev sê meh bûn tedawî dibû, di temenê xwe yê 86 salî de wefat kir. Fadîle rslan di demên dawî de rewşa tenduristiya wê xirab bûbû û bênavber hişê wê diçû.
Fadîle Aslan roja 12ê Tebaxê di şîna lawê xwe Metîn Arslan de axafitinek bi bandor kiribû û gotibû, “Ez bi wî serbilind im. Ez şanaz im ku min ewladek wiha aniye dinyayê û mezin kiriye.”
Hat zanîn ku dê cenazeyê Fadîle Arslan îro li navçeya Belqîsê ya Dîlokê vê veşartin.











