Dayikên Aştiyê têkildarî çalakiyên balyozxaneyan diyar kirin ku ji bo vekirina deriyên sînor û korîdorê ew çalakiyan li dar xistin û gotin: “Ne tenê em, bila tevahiya cîhan dengê Rojava bibihîze. Zarok ji ber sermaye jiyana xwe ji dest didin, wîjdana cîhanê çawa qebûl dike.”
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Turkan Acar û Tezgul Yorulmaz têkildarî dorpêça li ser Rojava-Kobanê axivîn.
‘Dayik ji bo rawestandina şer li qadan in’
Turkan Acar diyar kir ku ew êrişên li ser Rojava şermezar dikin û wiha got: “Ji bo êrişên li ser Rojava şermezar bikin em çend roj in diçin pêşiya balyozxaneyan. Mirovên Rojava xizmên me ne ji bona wê em naxwazin kuştin çêbibê. Dayik ji bo rawestandina şer li qadan in. Bila dewleta Tirkiye deriyên sînora vekê. Îro gelên Rojava bêav û bênan in. Zarokên Rojava bi sedema sermayê jiyana xwe ji dest dan. Em ê pêdiviyên xwarinê bigihijînin Rojava re. Tu wicdan tiştên ku li Rojava pêk tê qebûl nakê. Em şer naxwazin, bila cîhanê aştî çêbibe. Lê em çiqas aştiyê bixwazin jî êrişî me dikin.”
‘Bila tevahî cîhan dengê Rojava bihise’
Turkan Acar anî ziman ku Dayikên Aştiyê bi çalakiyên xwe yên pêşiya balyozxaneyan xwest ku denge Rojava bigihijînin tevahî cîhanê û got: “Ne tenê em, bila tevahî cîhan dengê Rojava bihise. Zarok serma jiyana xwe ji dest didin, wicdana cihanê çawa li cihê xwe de ye? Jin tên kuştin, keziyên wan tê jêkirin. Ji bo vekirina deriyên sînor û korîdorê ma wan çalakiyan li dar xist.”
‘Ji bilî aştiyê rêyek din tune ye’
Dayika Aşti Tezgul Yorulmaz jî li ber Balyozxaneyê Sûrîyeyê hest û nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Me îro li ber Balyozxaneyê çelengê xwe danî û çalakiya xo li dar xist. Armanca me xwesteka me ewe ku şer çênebe aşti çêbe, biratî çebê, ji ber vê yekê em dijberê şerin, em naxwazin tu kes were kuştin. Lewra zarokên me tene kuştin, Jinên me û ciwanên me têne kuştin. Ev şera pir şerekî biqirêje, em naxwazin zar û zêçê kesî jî bênê kuştin, ev cîhan gelek xirab bûye.”
Tezgul Yorulmaz berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li her cihî şer heye. Ev barbarên DAIŞê zilmê dikin û dibêjin, ‘ellahû ekber’ û serê mirovan jê dikin. Ji qata pêncan mirovan diavêjin xwarê, em nizanin çi bikin ku dengê xwe bigîhînin cîhanê. Cîhan jî pir xedar tevdigere, em dixwazin ev zilm were sekinandin. Êdî bese. Ji ber vê yekê em dayikên aştiyê li kolanan çalakîyên xwe berdewam dikin, em dibejin bila aştî çêbe. Em dibêjin bila dewleta Tirk, Amerîka û dewletê navnetewî bêdeng nemînin. Ez banga hemû li dayikan dikim ku bila bên cem hev û ev şera bidin sekinandin ku êşa dayikan bi dawi bibê, êdî bes e bila hêsrên dayikan nerijin.”













