Meclîsa Dayikên Aştiyê li Wan û Geverê têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî dan û xwestin dewlet jî gavan biavêje.
Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Wan û Tetwanê têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di 27ê sibatê de ji aliyê heyeta Îmraliyê ve hatibû eşkerekirin, daxuyanî dan. Meclisa Dayikên Aştiyê li hewşa avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê daxuyanî dan û pankarta “aştî mafê gelê Kurd e, statuyeke mayînde mafê gelê Kurd e, wekhevî mafê gelê Kurd e” vekirin.
‘Divê dewlet gavan biavêje’
Ewil li ser navê Meclisa Dayikên Aşityê Perîxan Aslan axivî û diyar kir ku daxwaza wan aştî ye. Perîxan Aslan, da zanîn ku divê dewlet gavê biavêje û got: “Êdî bes e ji bo kuştin û girtinê. Bi destekî tenê tiştek çênabe, divê du dest bên li cem hev ku aştiyeke mayînde çêbibe. Divê meclîs aştiyê bixe rojeva xwe û aştiyekê bîne vî welatî. Dayikên gerilayan, dayikên hepsiyan, dayikên leşkeran û dayikên polîsan divê destê xwe bidin destê hev ku em aştiyê çêbikin.”
‘Em naxwazin êdî ti dayik bigirîn’
Li ser navê dayikên Tetwanê jî dayika Îpek Canbeg diyar kir ku baweriya wan bi peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan heye û ev tişt got: “Baweriya me heye ku aştî pêk bê û hêviya me heye ku wê gavên girîng bên avêtin. Peyama serokê me vala namîne, em naxwazin ku êdî ti dayik bigirîn.”
Daxuyanî bi dirûşmên “bijî aştî” bi dawî bû.
Gever
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê jî têkildarî pêvajoyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê kom bûn û daxuyanî dan. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBPê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
‘Divê ev pêvajo du alî be’
Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ayika Gulbeyaz Mihçi axivî û diyar kir ku ew têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li wir kom bûne. Gulbeyaz Mihçi, anî ziman ku divê ev pêvajoya ku bi banga Ocalan dest pê kirî, du alî be û got: “Em dayik hertim aştîxwaz in û em bang li dayikên leşker û polîsan jî dikin. Divê ew jî xwedî vê pêvajoyê derbikevin ku ev xwîna bi salan e tê rêjandin bisekine. Divê dewlet jî operasyonan bidin rawestandin, girtiyan zindanan bên berdan û tecrîd rabibe. Duh şev jî topbarana wan ya li ser herêmên gerîla berdewam kir. Aliyekê çek dan rawestandin lê divê dewlet jî raweste û gavekê biavêje ku nebe sedema qetlîam û xwînê. Li her çar milên Kurdistanê dayik hertim aştîxwaz in. Me bi hezaran zarokên xwe winda kirine, lê dîsa jî em dayikên dilşewat dibêjin aştî, wekhevî û azadî. Bila her çar milên Kurdistanê jî destê xwe bidin destê hev û yekitiya xwe mayînde bikin. Ji be her du aliyan jî aştî tiştekî gelek baş e.”
‘Divê girtiyên siyasî û nexweş bên berdan’
Dayika Saadet Dogma jî bi lêv kir ku Devlet Bahçelî daxwaz kir Abdullah Ocalan li meclîsê biaxive. Saadet Dogma, diyar kir ku Abdullah Ocalan banga xwe kir û got: “Niha jî dora gav avêtinê dewlet e. Divê dewlet girtiyên siyasî, girtiyên nexweş û Selahattîn Demîrtaş berde. Agirbestek yekalî ev pêvajo bi ser nakeve, divê dewlet jî agirbestê îlan bike, gundên Kurdan topbaran neke. Me dixwazin dayikên leşker û polîsan jî bi me re bin ji bo aştiyê. Em dayikên vî welatî hemû destên xwe bidin destên hev û aştiyê pêk bînin. Ti dayik şer û qetlîeman naxwazin. Bi milyonan ciwanên me di vê rêyê de winda bûne, miletê Kurd koçber bûne û bi dinyayê ketine. Divê ev milet vegere li ser axa xwe, welatê xwe, divê dewlet nasnameya Kurd nasbike, zimanê me nasbike. Em dixwazin dewlet destê Kurdan bigire û lihevhatinek çêbe.”