Amed – Dayikên Aştiyê ku beşdarî konferansa xwe ya 3yemîn bûn, diyar kirin ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bigihîje azadiya xwe ya fizîkî û gotin ew êdî gelê Kurd dixwaze li welatekî azad bijî.
Meclîsa Dayikên Aştiyê, piştî 12 salan konferansa xwe ya 3yemîn li dar xist. Konferans bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” di navbera 18-19ê Cotmehê de li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê hate lidarxistin. Ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û ji gelek bajarên Tirkiyeyê dayik tev li konferansê bûn. Di konferansê du rojan nirxandin û pêşniyar li ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşvebirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatin kirin. Konferans bi encamnameyekêbi dawî bû.
Dayikên Aştiyê yên tev li konferansê bûn ji Ajansa Welat re axivîn û destnîşan kirin ku ew êdî serokek û welatekî azad dixwazin.
Dayika Aştiyê Perîxan Altûg a ku ji Nisêbînê tev li konferansê bû, Şemsa Bagdû ya ku ji Edeneyê tev li bû, Emîne Eren û Tenzîle Baydar ên ku ji ji Mêrsînê tev li konferansê bûn, hest û nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
Kilîda aştiyê dixwaze qefleya şer bigire
Dayikan destnîşan kir ku ew êdî gihîştine wê qonaxê ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî, hemû mafên Kurdan bên nasîn û dawî li şer were û êdî aştî, azadî û civakek demokratîk serwer bibe. Dayikan diyar kir ku ew êdî serokek azad, welatek azad û zimanekî serbest dixwazin. Dayikan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştiyê ji hemû dinyayê re kilîd e û ew dixwazin êdî kilîda aştiyê qefleya şer bigire.