Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî çalakiyên 8ê Adarê ji jinên girtî re qert şandin.
Çalakiyên jinan ên di çarçoveya 8ê Adarê de pêk tînin didomin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Stenbolê ji bo piştgiriyê ji jinên girtî re qert şandin. Dayikên Aştiyê li pêşiyê PTTa Beyogluyê kom bûn û berî qertan bişînin daxuyanî dan.
‘Em aştiyê dixwazin’
Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ew bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo jinan û got: “Em îro ji bo jinên piştevaniya jinên girtî li vir in û dê ji wan re qertan bişinîn. Em aştiyê dixwazin.”
Dayik piştî daxuyaniyê ji jinên girtî yên siyasî re qert şandin.















