• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnex û Wanê hat xwestin ku jinên girtî werin berdan

Şirnex-Wan / AW

17 MIJDAR 2025 - 14:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Botan TUHAD-DER û TUHAY-DERa Wanê di çarçoveya 25ê Mijdarê de bal kişandin ser rewşa girtiyên jin û diyar kirin ku girtiyên jin bi binpêkirinên mafan re rû bi rû ne û hat xwestin girtiyên jin demildest werin berdan.

Bi pêşengtiya Botan TUHAD-DERê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên jin di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya Edliyeya Şirnexê bi tevilbûna Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta, “Bila girtiyên nexweş demildest werin berdan” hat vekirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan daxuyanî xwend.

Çîman Fîdan diyar kir ew daxuyaniyê di çarçoveya 25ê Mijdarê de didin û got: “Ev daxuyanî ji bo mezinkirina alîkarî û bîranîna berxwedana birûmet a ku jin li her qadê didine ye. Pêkûtiya li hember jinê sînoran nas nake; dîwarên malan, kolanan, kargehan derbas dike û digihêje heta dîwarên zindanan. Bi taybetî jinên kurd ên dîlgirtî hem ji ber nasnameya polîtîk, hem jî ji ber ku jin in bi îhlalkirinên mafan ên giran re rû bi rû ne.”

Çîmen Fîdan, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr xist û wiha got: “Tam jî bi vê sedemê, banga Aştî û Civaka Demokratîk lezgînî û wateya tekoşîna ku jin didin kûr dike. Heta polîtîkayên şer ên ji ber zextan dertên berdewam bike, jin dê hem li girtîgehan, hem lî li kolanan dê bibin hedef. Ev jiyan tenê bi yeksaniyê, edaletê û demokrasiya xwe dispêre Civaka Demokratîk ve pêkan e. Em wekî jin dizanin ku cîhanek bi aştî, azadî û bêtundî pêkan e.Heta ku em vê jiyanê bi Civaka Demokratîk re ava bikin, wê tokoşîna me berdewam be.”

Dogan: Divê girtiyên nexweş werin berdan

Piştî Çîmen Fîdan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî axivî û destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş werin berdan divê demildest gav werin avêtin û wiha got: “Ji bo girtiyên nexweş werin berdan hewceyî bi vê pêvajoya em têde ne nake. Divê dewlet bêyî ku li pêvajoyê binere girtiyên nexweş demildest berde. Ev pêvajo bi çi awayî bi encam bibe jî divê girtiyên nexweş werin berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Wan

Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Şaxa Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civakeke demokratîk e” hat vekirin. Rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, saziyên demokratîk û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka TUHAY-DERê Rengîn Karadûman metna daxuyaniyê ya ku tenê bi zimanê Tirkî bû xwend û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî pergala serdestiya mêran û desthilata mêrperest.

Daxuyanî bi berzkirin dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanAyşegul DoganBotan TUHAD-DERJinên GirtîTUHAY-DER Wan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVAyê kirin

7 GULAN 2026

‘Lijneyên çavdêriyê weke dadgehê tên bikaranîn’

7 GULAN 2026
Ayşegul Dogan: Gel daxwaza azadiya birêz Ocalan dike

Ayşegul Dogan: Divê şertên xebat û jiyanê yên birêz Ocalan li gorî pêvajoyê bên amadekirin

2 NÎSAN 2026
Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

23 ADAR 2026
Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026

Dayikên Aştiyê ji jinên girtî re qert şandin

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Heften: Kurd êdî li ser dikê ne, kî vê heqîqetê bibîne wê bi ser bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (712)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne