Dayikên Şemiyê di 1044emîn de li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn. Karagoz 27ê Kanûna 1993yan li navçeya Cizîra Şirnexê di binçavan de hate windakirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine kuştin û windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasaray a li Stenbolê dicivin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê çalakiya xwe ya 1044emîn li dar xist.
Di çalakiyê de qerenfîl û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Alî Karagoz hat pirsîn ku 27ê Kanûna 1993yan li navçeya Cizîr a Şirnexê di binçavan de hatibû windakirin.
Di çalakiyê de Setenay Yarici daxuyanî da û got: “Alî Karagoz (42) bavê şeş zarokan bû. Li taxa Cûdî ya Cizîrê dima û debara xwe bi stendin û firotina heywanan dikir. Di 27ê Kanûna 1993yan de leşker û cerdevanên girêdayî Kamîl Atak diavêjin ser mala wî û wî binçav dikin.”
Setenay Yarici anî ziman ku hevjîna Alî Karagoz Ayşe Karagoz dide dû leşkeran û got: “Di rê de leqayî Şevkiye Aslanê hat. Şevkiyeyê jê re got, hevjînê wê Îskan Aslan jî hatiye binçavkirin û tevî Alî Karagoz destên wî hatiye girêdan û wan birine jêrzemîna mala sercerdevan Kamîl Atak û Kûkel Atak. Ayşe Karagoz, ji bo hevjînê wê bê berdan çû mala Atak, lê bi gefa ‘ger tu li aqûbeta hevjînê xw ebipirsîn em ê te jî bikujin’ re rû bi rû ma.”
Setenay Yariciyê anî ziman ku piştî vê Ayşe Karagoz bi daxwaznameyê serî li dozgeriyê daye û got: “Daxwaznameya Ayşe Karagozê esas nehat girtin. Ayşe Karagoz a li aqûbeta hevjînê xwe pirsî, tim gef lê hatin xwarin, lê tu agahî bi dest nexistin. Cerdevan Mehmet Nûrî Bînzet di sala 2009’an de li Serdozgeriya Komarê ya Midyadê îfade da û got ku kesên anîne jêrzemîna Kamîl û Kûkel Atak ji aliyê Cemal Temizöz ve hatine lêpirsînkirin û paşê hatine înfazkirin.”