• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Abdullah Canan bên cezakirin

Stenbol / AW

18 ÇILE 2025 - 14:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Dayikên Şemiyê di hefteya 1034emîn de xwestin faîlên Abdullah Canan bên dîtin û gotin: “Heta aqûbeta hemû windayan bê eşkerekirin wê lêgerîna me ya edaletê berdewam bike.”

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1034emîn de li Qada Galatasarayê civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin faîl bên darizandin û cezakirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji hêla Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.

Fermandar gef lê xwariye

Gulseren Yolerî anî ziman ku Abdullah Canan û malbata wî ji ber binpêkirina mafan ên li Colemêrgê serî li dozgeriyê dane û wiha got: “Di serlêdana ku tevî 7 xizmên xwe re kirin de derbarê Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul de serlêdana sûc kirin. Li ser vê yekê Mehmet Emîn Yurdakul bang li Abdullah Canan û du kesên ku gilî kirine kir. Ji wan xwest ku giliyên xwe yên derbarê wî de biterikînin. Dema Abdullah Canan got ku ew dev ji giliyê xwe bernadin, li ber çavê şahidan ji aliyê Mehmet Emîn Yurdakul ve gef lê hat xwarin.”

Di sala 1996an de hat binçavkirin

Gulseren Yolerî diyar kir ku piştî ku Mehmet Emîn Yurdakul gef li Abdullah Canan xwar di 17ê Çileya 1996an de li ser rêya Gever-Wanê wesayîta wî ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û hat binçavkirin û got: “Malbata Canan bang li hemû rayedarên herêmî û neteweyî kir û xwest Abdullah Canan bê dîtin. Lê binçavkirina wî hat redkirin. Di 21ê Sibata 1996an de cenazeyê Abdullah Canan ku îşkenceya dijwar lê hatibû kirin, ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Abdullah Canan bi 7 guleyên ku ji nêz ve lê hatibûn reşandin jiyana xwe ji dest da. Dest, ling û devê wî girêdayî li ser rêya Geverê-Bajêrgehê hat dîtin.”

Li qereqolê îşkenceya dijwar lê hatiye kirin

Gulseren Yolerî anî ziman ku îtîrafkar Kahraman Bîlgiç ê ku piştre di tabûra Geverê de wezîfedar bû, diyar kir ku Abdullah Canan di tabûrê de bi îşkenceyê îfadeyên wî hatine girtin û got: “Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê Serpel Nîhat Yîgîter ve bi talîmata Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul hat qetilkirin. Albay Kamber Ogur jî da zanîn ku di meha sibatê de li revîra tabûrê Abdullah Canan ê ku binçavkirina wî hat redkirin, serê wî pêçayî ye dîtiye.”

Têkoşîna hiqûqî ya malbatê

Gulseren Yolerî bal kişand ser encama hewldanên hiqûqî yên malbata Abdullah Canan û wiha got: “Ji aliyê Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve derbarê Kahraman Bilgiç, Mehmet Emîn Yurdakul, Nîhat Yîgîter û Bulent Yetût de lêpirsîn hat vekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ku malbata Canan di sala 1997an de serî lê da, di 26ê Hezîrana 2007an de encamnameya dozê eşkere kir. Dadgeha 3yemîn a DMMEyê got, ‘Wekî ku ji îfadeyên şahidan jî tê dîtin ku di nava wan de leşker jî hene, Abdullah Canan di binçavan de hatiye qetilkirin. Canan beriya ku bê kuştin îşkenceya giran lê hatiye kirin’. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya di hiqûqa navxweyî de sosret nirxand û bi yekdengî biryar da ku mafê jiyanê ji aliyê madî û rêbazê ve hatiye binpêkirin.

‘Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin’

Gulseren Yolerî diyar kir ku heta aqûbeta hemû windayan zelal nebe û faîl bên darizandin û cezakirin, wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdullah Canan û hemû windayan bernedin, em carek din hemû windahiyên xwe bi bîr tînin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Piştî daxuyaniyê li çalakvanan qerenfîl danîn Qada Galatasarayê û çalakî bi dawî bû.

Etîket: Dayikên Şemiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Murat Aslan di bin çavan de înfaz kirin’

‘Murat Aslan di bin çavan de înfaz kirin’

2 TEBAX 2025
Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

26 TÎRMEH 2025
Ji bo Emîne Ocak merasîm hat lidaxistin: Kujer dê bên darizandin

Ji bo Emîne Ocak merasîm hat lidaxistin: Kujer dê bên darizandin

24 TÎRMEH 2025
Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da

Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da

23 TÎRMEH 2025
Dayikên Şemiyê: Kujerên Vedat Aydin darizînin

Dayikên Şemiyê: Kujerên Vedat Aydin darizînin

5 TÎRMEH 2025
Têkoşîn dê bidome

Têkoşîn dê bidome

14 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (266)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne