Rêxistina DBPê ya Bajarê Amedê bi şîara “Em bi civatek rêxistinkirî ber bi azadiyê ve dimeşin” 6emîn kongreya xwe ya awarte pêk tîne.
Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6emîn kongreya xwe ya awarte li Hola Elegance ya Ayaz a bajêr bi dirûşmeya “Em bi civatek rêxistinkirî ber bi azadiyê ve dimeşin” pêk tîne. Di kongreya ku bi sedan kes beşdar bûn de, pankartên “Bi îredeya teorîk û pratîk ve ber bi civaka demokratik, Bi cinîya azade ver bi komelê demokratîkî, Me bi ciwantî destpêkir em ê bi cıwantî bi ser kevin, Bi civaka demokratîk ve ber bi aştiya bi rûmet, Perwerde de ziwane dayîke cuye de ziwanê dayîke, Sozyalîzm bê azadiya jinê nabe” û alên DBP’ê hatin daliqandin.
Kongre bi axaftinan didome.