Hevserokên Giştî yên DBP û DEM Partiyê çûn serdama malabata rojnameger Cîhan Bîlgîn û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Keskîn Bayindir û hevserokê giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li gel heyeta xwe li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê çûn serdana malbata rojnameger Cîhan Bîlgîn a ku li Rojava di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de hat kuştin û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Heyetê sersaxiya malbatê kir. Malbatê jî ji heyetê xwest ku cenazeyên wan demildest bê şandin.