Di çarçoveya bicihanîna bendên Peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikûmeta demkî de komeke din a dîlgirtiyên li gel hikûmeta demkî tê berdan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet hatine girtin, wê sibe (pêncşem) komeke din a dîlgirtiyên li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê were berdan.
Li gorî van agahiyan koma ku wê were berdan nêzî 300 dîlgirtî ne.
Li ser bingeha bicihanîna peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ev kom wê were berdan.













