Amed – Delegeyên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mele Kasim Yîgît û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ku tev li civîna înîsiyatîfê ya li Amedê hate lidarxistin bûn êrişên li dijî Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku yekane xelasiya gelê Kurd bi yekîtî û yekrêziyê pêkan e.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Amedê li dar xist. Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin tev li civînê bûn.
Di civînê de êrişên li dijî gelê Kurd ên li Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serhildana li Rojhilat û Îranê, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, yekîtî û gelek mijarên din hatin axaftin. Piştî axaftinên di civînê de hatin kirin encamnameya civînê jî ji çapemeniyê re hate parvekirin. Delegeyên Înîsiyatîfê Mela Kasim Yîgît û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat têkildarî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li dijî gelê Kurd hatin kirin û yekîtiyê ji ajansa me re axivîn.
‘Helebê yekîtî û yekrêziya Kurdan li me ferz kir’
Delegeyê Înîsiyatîfê Mele Kasim Yîgît ku ji Cizîrê tev li civînê bû cangoriyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi bîr anîn, hovîtiya li taxan hate kirin şermezar kir û wiha got: “Di çi ol û baweriyan de çi şerê di dinyayê de tişteke bi vî awayî tune ye, em vê zîhniyetê şermezar dikin. Ew hişmendîye dixwaze îradeya gelê Kurd ê berxwedêr, oldar, bawermend û xwedî îrade binpê bike û gelê Kurd bêtifaq bikin.Hovîtiya li Helebê hate kirin Kurd kirin yek hêz û yek gotin. Yekrêziyeke Kurdan çêbû. Ew îradeya li Helebê herkes hişyar kir ku li dora rastiya Kurd kom bibin. Yekîtî û yekrêziya Kurdan li me ferz kir.”
‘Ji bilî tifaqê xelasiya gelê Kurd nîn e’
Mele Kasim Yîgît destnîşan kir ku ji bilî yekitîyê û tifaqê xelasiya gelê Kurd nîn e û axaftina xwe wiha domand: “Em weke hemû ol û bawerî, hizb û partî destê xwe nedin hevdû xilasbûna me tune ye. Şehîdên me ev yek li berxwedana Kobanê jî nîşanê me dan. Her çar xwişk û birayên li Kobanê di heman kavilî de têkoşîn didan, em çûn me cenazeyên wan rakirin. Nasnameya yekê Qamişlo, yekê Amed, yek Silemanî yek jî Maku bû. Wan nîşanî me da em çar xwişk û bira ne, heke em destê xwe bidin hevdû em têra hemû dinyayê hene.”

‘Em dest ji metirsiyên xwe berdin destê xwe bidin hevdu’
Mele Kasim Yîgît axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Careke din ew qelbê li Helebê nîşanî me hemûyan da. Dilê heftê milyon mirovan hate derxistin û kir yek. Em metirsîyên xwe yên eşîrtî, malbatî û olî vegerin destê xwe bidin hevdû. Em li vê êşê vê heybetê xwedî derkevin pêşeroja me nêzîk e, heybeta şervanên me dê azadîya me bîne. Ew jî di tifaq û yekîtiya me de ye.”
‘Êriş nikarin gelê Kurd bide sekinandin’
Delegeyê Înîsiyatîfê Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat jî anî ziman ku hemû êrişên li dijî gelê Kurd tên kirin şermezar dike û qebûl nake û wiha got: “Gelê Kurd ne xerîbê van êrişan e. Bi sedan sal in li ser Kurdan qetil dikin. Ew êriş nikarin Kurdan bidin sekinandin. Heta Kurdan dikin yek. Êrişên li dijî Helebê Kurd hemû kirin yek. Yek dengekî derdixin û lanetê dibarînin. Dagirkerên Kurdistanê Faris, Tirk û Ereb di heman hişmendiyê de ne. Li kêleka van jî emperyalîstên dinyayê hene. Ji bo berjewendiyên xwe desthilatan bikartînin. Lê gelê Kurd naqede bêtir hêşîn dibe. Ji ber vê em serbilind in.”
‘Divê em tedbîrên xwe bigirin û bi yekdengî tevbigerin’
Kasim Firat bal kişand ser piştevaniya dewleta Tirk a di êrişên li dijî gelê Kurd de û wiha domand: “Xirabiya wan ji 1639an bi peymana Qesr û şîrîn de heya niha didome. Kurd li kîjan deverê bibe bila bibe, Tirk û desthilatên li dijî Kurdan wan dikujin. Divê em Kurd bizanibin ji van ders derxînin û bi wêrekî em berxwedana xwe bidomînin. Ez li ber şehadeta şervanên li Helebê bejna xwe ditewînim. Ev ruhekî nû dide me. Dewleta Tirk ji aştiyê pir fêm nake. Hovîtî kuştin û îmha û înkar di ruhê wê de bûye esas. Ji ber vê yekê divê em bizanibin li gor wê tedbîrên xwe bigirin û divê Kurd bi yekdengî û yekfikrî, yek hişmendî û tevayî dinyayê re bêje em Kurd in, em hene û bi kuştin û talan û malwêraniyê naqedin.”

‘Divê di nav sazî û partiyan de yekîtî û yekrêzî çêbibe’
Kasim Firat axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di bingehê de ji xwe yekîtiyek heye. Pewîste di nav sazî û partiyên Kurdan de jî yêkrêzî çêbibe li dijî zilm û zextan yekitî çêbibe. Yekitîyeke bi edalet û bi rûmet. Em aştiyê jî dixwazin divê aştiye me jî birûmet be yekîtiya me hebe. Li çar aliyên Kurdistanê yekitî û yekrêziya me hebe. Şehîdên me rûmeta me ne, ji me re mîrateyek hiştine divê em li ser vê xetê berdewam bikin.”













