DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina hevşaredarên xwe Akdenîzê û dorpêçkirina avahiya şaredariyê da û got: “Neyartiya desthilatdariyê li dijî Kurdan didome. Em ê van polîtîkayên we têk bibin.”
Hevşaredarên Navçeya Akdenîza Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên Meclisê vê sibehê di serdegirtinên malên xwe de hatin desteserkirin. Hat zanîn ku polîsan avahiya şaredariyê jî dorpêç kiriye. Sedema binçavkirina hevşaredaran nehat zanîn.
DEM Partiyê têkildarî destesrkirina hevşaredarên xwe û şaredariya xwe li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da.
Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye: “Vê sibê Şaredariya Akdenîzê hat desteserkirin, hevşaredarên me Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Aslan û endamên meclisê hatin desteserkirin. Desthilat li her derê neyartiya xwe ya li dijî Kurdan didomîne. Lê em ê bi têkoşîna xwe van polîtîkayan têk bibin.
Rêxistina bajêr banga xwedîderketinê kir
Li aliyê din Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran û endamên meclisê da û xwest her kes were ber şaredariyê û xwedî li îradeya xwe û şaredariya xwe derkeve.