Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi deklarasyonekê eşkere kir ku dê kongreya xwe ya 3yemîn a asayî di rojên pêş de li dar bixe.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr a Enqereyê bi civînek çapemeniyê dê kongreya xwe 3yemîn a asayî di rojên pêş de li dar bixe. Li partiyê ya navçeya Çankayayê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Endamên partiyên pêkhateyên DEM Partiyê û nûnerên saziyên demokratîk tev li civînê bûn.
Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ve hat xwendin. Fatîn Kanat anî ziman ku ew ji bo avakirina aştî û siyaseta demokratik a serdema nû kombûne û wiha got: “Em li di nava dilê Tirkiyeyê, li Enqereyê bi biryari ku bingeha serdemeke nû deynin ku tê de mirov dê wekhev, azad û di aştiyê de bijîn. Bi vê kongreyê daxwazên gel ji bo aştî, edalet û azadiyê careke din bi dengekî bilind bînin ziman. Em dizanin ku aştî li van axan ne nîmetek e, lê mafek e ku bi hewldanên kolektîf ên gelan were damezrandin.”
Armancên pêşerojê
Fatîn Kanat destnîşan kir ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e di heman demê de avakirina jiyaneke azad û wekhev e. Fatin Kanat armancên xwe yên pêşerojê wiha ragihand:
* Em ê pêvajoyek aştiya demokratîk û civakî ya nû bikin daxwaza hevpar a gel.
* Em ê di bi pêşengiya jin, ciwan û karkeran de aştiyê ji nû ve ava bikin.
* Em ê siyaseta diyalog, wekhevî û îradeya gel li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê xurt bikin.
* Her gavek ku em îro li Enqereyê diavêjin ji bo ji nû ve derketina aştiyê li seranserê welêt e. Em bi baweriya hemwelatîbûna wekhev û aştiya mayînde mîsoger bibe dest bi vê rêwîtiyê dikin.”













