Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişa zayendîperestî û heqareta li siyasetmedara Kurd Leyla Zana gilî kir.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê, bi navê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, li dijî êrîşa zayendî ku li siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatiye kirin gilî kirin.
Di serlêdanê de hate xwestin, li dijî kesên di nava komên alîgirên Bûrsasporê de sûc kirine, lîderên trîbûnê yên heqaret bi rê ve birin, amîgoyan, rêveberên kulûbê û kom û alîgirên Ankaragucu yên heman kiryar dewam kirin, karê pêwîst bê kirin. Di serlêdana gilîkirinê de her wiha hate xwestin ku berpirsyariya hakeman, tîmên teknîkê, nûner û çavdêrên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî bê lêkolînkirin.













