Der barê çawişê pispor Îbrahîm Sari ku li Colemêrgê destê zarokekî şikand, serlêdana sûc hate kirin.
Li Colemêrgê çawişê pispor ê bi navê Îbrahîm Sari bi îdiaya ku zarokekî dema duçerxe diajot li hevjîna wî xistiye û hevjîna wî ketiye erdê, tundî li zarokekî kir. Di dema êrîşa çawişê pispor de zendika zarokî şikest û rakirin nexweşxaneyê. Malbata zarokî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û alîkariya hiqûqî xwest.
Piştî serlêdanê, ÎHD û OHDê der heqê çawişê pispor de serlêdana sûc kir.